Eskeran li Geverê kolberek kuşt

Eskeran li Geverê kolberek kuşt

.

A+A-

Eskeran li ser sînorê navbera Gundê Bilindbasan ê Bajaroka Bajirgê ya Geverê û Gundê Koranê yê Urmiyeyê li ser kolberan gule reşandin. Eskeran di êrîşê de kolber Misleh Kasimî kuşt û birayê wî yê kolber Mislim Kasimî jî birîndar kir. 

 Eskerên TSK'ê li ser sînorê di navbera  Gundê Bilindbasan ê Bajaroka Bajirgê ya Geverê û Gundê Koranê yê Urmiyeyê li ser kolberan gule reşandin. Eskeran li ser 2 kolberan gule reşandin û kolberek kuştin û yek birîndar kirin. Di êrîşa eskeran de Kolber Misleh Kasimî (23) Mislim Kasimî (22) birîndar bûn. Kolberên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Li nexweşxaneyê kolber Misleh Kasimî jiyana xwe ji dest da. Kolber Mislim Kasimî jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. 

 Xizmê kolberan Kemal Alizade, diyar kir ku bûyer duh saet di 04.00'ê sibê de pêk hatiye û eskeran li ser sînor kolber dane ber guleyan. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin