Esad, bi heyeta Rûsyayê re rewşa Îdlîbê axifî

Esad, bi heyeta Rûsyayê re rewşa Îdlîbê axifî

Serokê Dewleta Sûrî Beşar Esed, li Şama paytext bi Aleksandr Lavrentyev a niwênerê taybet ya Serokayetîya Dewleta Rûs û Cîgirê Wezîrê Derve Sergey Verşînî re civîyan.

A+A-

Serokê Dewleta Sûrî Beşar Esed, li Şama paytext bi Aleksandr Lavrentyev a niwênerê taybet ya Serokayetîya Dewleta Rûs û Cîgirê Wezîrê Derve Sergey Verşînî re civîyan.

Li gor beyana ji Nivsîngeha Çapemenî ya Serokayetî ya  Dewleta Sûrîyê Esad û Heyeta Rûsya pêşveçûnên dawî yên Sûrîyê, rewşa Îdlibê, çalakîyên Rûsya û Sûrîyê û têkoşîna li dij terorê gotûbêj kirin.

Herwiha, li gel têkoşîna li dij terorê li ser mijara karê pêşvebirina pêvajoya sîyasî ku di navbeyna Moskova û Şamê de tê meşandin jî rawestîyan.

Lavrentyev, li ser avakirina îstikrar û berevanîya Sûrîyê dê alîkarîyên Rûsya berdewam bin.

Di beyanê de hatîye gotin ku, ”Alî, hemfikirbûn ku, herçend hinekî welatên Rojavayî ji bo zirardanê hewlên xwe zêde kirine jî ji bo gihîştina armancên xwe dê têbikoşin”.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin