Ermenistan: Firokeyên Tirkiyê Qeredaxê bombebaran dikin

Ermenistan: Firokeyên Tirkiyê Qeredaxê bombebaran dikin

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam e û Ermenistan dibêje, firokeyên Tirkiyê herêma Qeredaxê bombebaran dikin.

A+A-

Roja Yekşema derbasbûyî li herêma Nagorno-Qeredaxê şer û pevçûnan di navbera artêşên Azerbaycan û Ermenistanê de dest pê kir û ji heyama piştî şerê 2016an ev şerê herî giran e ku di navbera herdu welatan de rû dide.

Ermenistan ku ev heyameke dirêj e wê deverê kontrol dike, ragihand ku firokeyên F-16 yên Azerbaycanê herêma Qerebaxê bombebaran dikin û şerê li deverê berdewam e.

Ev yek di demekê de ye ku Serokomar û berpirsên pilebilind ên Tirkiyê berî niha aşkere kiribûn ku ew amade ne ji bo piştevaniya Azerbaycanê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî îro ji Ajansa Anadoluyê re li ser şerê li Qerebaxê ragihandibû, “Em li qadê jî li ser masê jî li gel Azerbaycanê ne.”

Balyozê Ermenistanê yê li Moskowê ragihand ku Tirkiyê 4 hezar çekdar ji bakurê Sûriyê şandine Azerbaycanê. Derbarê mijara şandina çekdarên Sûrî ji bo Azerbaycanê, medyakarekî ji bajarê Idlibê ji Rûdawê re got, pêvajoya şandina çekdaran li navçeyên Mertala Feratê tê birêvebirin.

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê duh aşkere kiribû, “firokeyeke F-16 a Tirkiyê firokeye Su-25 a me li nav qada asmanî ya me de xist.” Tirkiyê jî ev yek red kiribû.

Parlamenterê Kurd ê Êzidî li parlamentoya Ermenistanê Rûstem Bakoyan beşdarî bultena Rûdawê bûbû û ragihandibû di şerê Qerbebaxê de hejmarek Kurdên Êzidî birîndar bûne.

Rûstem Bakoyan gotibû, “Çekdarên opozisyona Sûrî, leşkerên Tirkiyê û leşkerên Azerbaycanê bi hev re şerê Ermenistanê dikin. Teroristên opozisyona Sûrî li hemberî 1500 dolaran şer dikin û hinek ji wan hatine kuştin, dîmen û belgeyên wê hene. Emenistan welateke aştîxwaz e, û şer naxwaze. Niha Ermenistan dixwaze bi beşdariya civaka navnetewî pirsa heye çareser bike.”

Herwiha Ermenistanê aşkere kir ku di destpêkirina danûstandinên li gel Azerbaycanê ew navbeynkariya Rûsyayê red dikin.

Li aliyê din Encûmena Asayîşa Navdewletî di daxuyaniyekê de  daxwaz kir ku demildest şerê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê li navçeya Nagorno-Qerebax bê seknandin.

Endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî di daxuyaniyê de piştevaniya xwe ji bo daxwaza emîndarê giştî ya bo herdû aliyan kirin bo rawestandina şer û vegera wan bo danûstandinan.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî îro ragihand ku ew axaftinên Tirkiyê yên li ser Qerebaxê metirsîdar dibînin.

Herêma Nagorno-Karabax ku piraniya akinciyên wê Ermenî ne, ji aliyê fermî ve beşek ji axa Azerbaycanê ye û civaka navdewletî jî heta niha wê herêmê weke beşek ji Azerbaycanê nas dike, lê di pratîkê de ji sala 1991an ve herêm di kontrola hêzên Ermenî de ye.

Piştî şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê û agirbesta sala 1994an a di anvbera herdu aliyan de, li herêma Nagorno-Karabaxê rêveberiyeke taybet hat avakirin û paşê serxwebûna xwe ragihand, lê belê heta niha ti welatekî serxwebûna wê herêmê nas nekiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin