Ermenistan: 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê hatin kuştin

Ermenistan: 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê hatin kuştin

Hikûmeta Ermenistanê kuştina 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê yên Tirkiye ew tevlî şerê Azerbeycan û Ermenistanê kirine, ragihand.

A+A-

Hikûmeta Ermenistanê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, 81 çekdarên mîlîşyayên Sûriyê yên Tirkiyê ew veguhastina Azerbeycanê û li kêlek artêşa wî welatî êrîşî Karabaxê dikin hatin kuştin.

Diyar kir jî, li gor zanyariyên hewalgiriyê, Tirkiyê nêzîkî 4 hezar çekdarên mîlîşyayên sûrî veguhastina Azerbeycanê û li kêlek artêşa wî welatî şer dikin.

Ev di demekê de ye, Parlemanterê kurd ê di Parlemantoya Ermenistanê de Kinyazê Hemîd duhî ji K24ê re ragihandibû, Tirkiye ji zêdetir ji du mehan ve piştevaniya leşkerî dide Azerbeycanê û ji bilî leşkerên tirk, nêzîkî 4 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê û îslamîst ji Efrînê birine Azerbeycanê."

Ji aliyê xwe Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiribû, hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên Sultan Murad û Silêman Şah (Emşat) yên ser bi Tirkiyê ve, gihîştine Azerbeycanê.

Balyozê Ermenistanê yê li Moskowê ragihand ku Tirkiyê 4 hezar çekdar ji bakurê Sûriyê şandine Azerbaycanê. Derbarê mijara şandina çekdarên Sûrî ji bo Azerbaycanê, medyakarekî ji bajarê Idlibê ji Rûdawê re got, pêvajoya şandina çekdaran li navçeyên Mertala Feratê tê birêvebirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin