Erkê Myles Caggins bi dawî hat û ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin

Erkê Myles Caggins bi dawî hat û ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin

Erkê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles Caggins bi dawî hat û ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin.

A+A-

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Colonêl Myles Caggins û Berpirsê Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî îro kongreyeke rojnamevanî encam dan.

Colonêl Myles Caggins ku erkê wî li Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat di wê kongreya rojnamevanî de xatira xwe xwest.

Myles Caggins ku berî niha çendîn car bûbû mêvanê bultenên Rûdawê û gotibû, ew gelekî bi şans e ku Kurd nas kirin û dixwaze erkê wî were dirêjkirin, di dema xatirxwastinê de çavên wî tijî hêsir bûn û giriya.

Caggins ku demeke dirêj e di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê kar dike, ji aliyê HSDê ve hat xelatkirin.

Rojnamevan û kedkarên ragihandinê jî ku di wê konferansa rojnamevaniyê ya xatirxwestinê de beşdar bûn, jê wî re li çepikan xistin.

Berdevkê HSD Mistefa Balî ragihand, ku wan weke HSDê, hevkarekî hêja ji dest dan, lê dostekî baş û dilsoz heta hetayê qezenc kirin.

Caggins şahidê rojên giran û zehmet bû ku bi ser gelê Kurd de li Rojavayê Kurdistanê derbas bûn. Dît çawa Kurd DAIŞê dişkînin, her wiha bû şahidê xedira ku li Kurdan hate kirin jî. Xembariya wî ya zêde di merasîma xatirxwestinê de, vê yekê jî nîşan dide.

Myles Caggins ku di kongreya rojnamevanî de gelek hestyar bû ragihand ku HSD hêzeke mezin e û ew gelekî kêfxweş bû ku li gel vê hêzê şerê DAIŞê kirin.

Caggins amaje bi êrişa Tirkiyê û grûpên çekdar a li ser Rojavayê Kurdistanê kir û got, “destê Amerîka di van aloziyan de nebû” û diyar kir, wan weke Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên mirovî û leşkerî pêşkêş kirin û hêvî kir, aştî li navçeyê pêk were.

koa.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin