Erdogan: 'Biryara DMME ya Demirtaş siyasî ye’   

Erdogan: 'Biryara DMME ya Demirtaş siyasî ye’  

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku di civîneke partiya xwe de gotibû, ew pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya demildest berdana Selahattîn Demirtaş nabin, di axaftina xwe ya koma parlamenê de jî ew biryar nirxand.

DMMEyê di biryara xwe ya doh 22yê Kanûna 2020an de, yek bi yek hemû hincetên bûne sedema girtina Demirtaş pûç kiribûn û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiribû demildest were berdan. Li gorî daxuyaniyê hikûmeta AKPê biryara DMMEyê dîsa nayê bicihanîn û wê binpêkirinên di biryara DMMEyê de hatiye eşkerekirin berdewam bikin.

Erdogan got: “Ez dixwazim behsa biryara Demirtaşa DMMEyê bikin. Nikare xwe bixe şûna dadgeha me û biryarê bide. DMMEyê beriya rêyên hiqûqa navxweyî bidawî bibin ev biryar standiye. Ev gav bi temamî siyasî ne. Em em sebeb û hincetên wê dizanin. Ev biryar dubendî û durûtî ye. Demirtaş qatilê Kobaniyê û 53 ciwanên Diyarbekirê ye. DMME tu fêm nekî jî emê bi berdewamî bibêjin.”

Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê pabendbûna xwe ya biryarên hiqûqa navdewletî ya Komisyona Ewropayê sala 1949an xistiye bin îmzeyê ku neçar e li gorî wan biryaran tevbigere.

Lê belê beriya niha jî deshilatiya Tirkiyê biryara DMMEyê binpê kiribû û li şûna berdana wî Demirtaş car din şandibû girtîgehê û li ser axaftinên wî ceza lê birîbû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin