ENKS: Hin berpirsên PYNKê dixwazin ji erkên xwe birevin

ENKS: Hin berpirsên PYNKê dixwazin ji erkên xwe birevin

ENKS: Hin berpirsên PYNKê dixwazin ji erkên xwe birevin

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, di dema ku gelê kurd li benda nûçeya bidawîbûna rêkeftina yekrêziyê ye, hin berpirsên aliyê din (PYNK) dixwazin ji erkên xwe direvin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya ENKSê îro daxuyaniyek derbarê diyaloga kurdî – kurdî de belav kir û tê de tekez kir, ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li Sûriyê, yekrêziya helwesta kurdî yek ji armancên sereke yên ENKSê ye.

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, ENKSê ji rêkeftina Hewlêr û ta rêkeftina Duhokê bi dilsozî kar ji bo yekrêziya kurdî kir. Bi erênî jî bersiva destpêşxeriyên yekrêziyê da. Di destpêşxeriya dawiyê ya bi serperiştiya Amerîka encam dabû de, ENKSê ji bo serxistina wê, gelek hêsankarî di danûstandinan de pêşkêş kirin û gavên baş jî tê de hatin avêtin.

ENKS dibêje: Di dema ku gelê me li benda nûçeya bidawîbûna rêkeftinê bû, gelek daxuyanî ji aliyê berpirsên aliyê din derketin. Armanca ji wan daxuyaniyan ew e, ji erkên ku ji wan tên xwastin birevin û gûmanê bixin rastiya proseya danûstandinan de.

ENKSê tekez kir jî, ew pabend in bi proseya danûstandinan ya tê kirin û gelê kurd yê berjewendiya xwe dizane, bi tometan û lîstina bi hestan neyê xapandin.

Ev daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandinê ya ENKSê di demekê de ye, Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl ji medya partiya xwe re ragihandibû, diyaloga di navbera PYNKê û ENKSê de gehiştine rêyeke girtî û rawestiya ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin