ENKS: Divê PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî de neke

ENKS: Divê PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî de neke

.

A+A-

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) têkildarî êrîşa PKKê ya bo ser Hêzên Pêşmege li nahiya Çemankê ya Amêdiyê daxuyaniyek dan û têde ragihand ku dive PKK destwerdanê di karûbarên navxweyî yên perçeyên Kurdistanê de neke û pêwîst e rêzê li yasa û serweriya Herêma Kurdistanê bigire.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa PKK bo ser Pêşmerge li nahiyeya Çemankê li parêzgeha Duhokê li Başûrê Kurdistnê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ENKS de hatiye, di dema ku serkirdayetiya Herêma Kurdistanê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di hemû warên siysî, aborî û îdarî de bipêş dixîne, di 4ê Mijdarê de grûpeke PKK êrîşeke çekdarî bir ser hêzên Pêşmerge li nahiyeya Çemankê li parêzgeha Duhokê û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmergeyên din birîndar bû.

ENKS dibêje ew “bi tundtirîn gotin vê êrîşa PKK li ser Pêşmerge şermezar dike” û ji PKK dixwaze ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê li gor destûra Iraqê bigire.

Herwiha ENKS ji PKK dixwaze ku rêzê li taybetmendiya her parçeyên Kurdistanê bigire û bi taybetî parastina tecrubeya Herêma Kurdistnê.

ENKSê di heman demê de got: “Divê PKKê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de neke û pêwîst e rêzê li yasa û serweriya wî bigire.”

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, mîneke PKKê bi hejmarek ji hêzên Pêşmerge ve teqiya û di encamê de pêşmergeyek şehîd bû û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr jî duh ragihand, “destpêkê bombek bi hêzên Pêşmerge ve teqiyaye û paşê di navbera PKKê û Pêşmerge de şer û pevçûn derketiye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, duh derbarê êrişa bo ser Hêzên Pêşmerge de daxuyaniyek da û piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, “2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin