ENKS: Divê çekdar ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî derkevin

ENKS: Divê çekdar ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî derkevin

ENKS: Divê çekdar ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî derkevin

A+A-

Di salvegera êrîşa li ser herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de, Encumena Niştîmamî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku divê çekdar opozisyona Sûriyê yên girêdawyê Tirkiyê ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî derkevin.

ENKS di salvegera êrîşa li ser herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku ji ber êrîşa Tirkiyê û çekdarên wê, xelkê herdu bajaran koçber bûne û niha rewşa wan gelekî xirab e.

ENKSê tekez kir, ku çekdaran kiryarên hovane  li dijî xelkê navçeyê pêk anîn, dest bi dizî û talankirina mal û mulkê xelkê kirin, ne dewleta Tirkiyê û ne jî civaka navdewletî rê li ber kiryarên wan negirtin.

ENKS daxwaz ji civaka navdewletî, Amerîka, Rûsya û Tirkiyê kir sînorekî ji kiryarên çekdaran deyinin û bi cidî kar bê kirin ji bo ku ew ji nav Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê bêne derxistin.

Herwiha ENKSê daxwaz kir ku bila aliyên peywendîdar rê xweş bikin ku koçber jî vegerin ser mal û mulkên xwe û rêveberiya van bajaran radestî xelkê wê bê kirin û tawanbar jî bêne dadgehîkirin.

Duh 9ê Cotmeha 2020, salek di ser êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û girtina herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê re derbas bû.

Artêşa Tirkiyê di 9ê Cotmeha 2019an de tevî komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Enqere di her warî de piştgiriya wan dike, di jêr navê Operasyona Kaniya Aştiyê de û bi hinceta hebûna hêzên YPGê û gefa terorê li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û di herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tevî dehan gundên derdorê ji destê hêzên Kurdî derxistin.

Di encama wê êrîşê de, bi dehan hezar kes ji xelkê herdu bajaran aware bûn, ku hejmarek ji wan li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bicih bûn û piraniya wan jî li Kampa Waşokanî ya li nêzîk bajarê Hesekê hatin bicihkirin.

Ji wê demê ve gelek raport derbarê binpêkirinên hêzên Tirkiyê û komên çekdar di derheqê welatiyên Kurd û pêkhateyên din ên wan bajaran hatine belavkirin.

(Rudaw)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin