ENKS: Danûstandinên aliyên Kurdî derfetek zêrîn e

ENKS: Danûstandinên aliyên Kurdî derfetek zêrîn e

.

A+A-

Endamê Serokatiya ENKSê Silêman Oso derbarê danûstindinên Kurdî-Kurdî de tekez dike, “Ji aliyê me ve ti astengî tune ne û em çaverê ne danûstandin dest pê bikin. Danûstandinên aliyên Kurdî derfetek zêrîn e ji bo gelê me.”

Endamê Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa rewşa danûstandinên aliyên Kurdî kir.

Silêman Oso amaje bi wê dike, di demek nêzîk de ew wek ENKS li gel serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiyane û dibêje, “danûstandin berdewam in.”

Endamê Serokatiya ENKSê rexne li daxuyaniyên serkirdeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) digire û dibêje, “Eger niyeta wan hebe danûstandinan bisekinîn bi aşkere bêjin, lê em wek ENKS danûstandinên Kurdî-Kurdî weke derfteke zêrîn dibînin.”

Silêman Oso derbarê rewşa heyî ya danûstandinan de dibêje, “Gazinda me ne ji Foza Yûsif, ne ji Aldar Xelîl e, gazinda me ji Kak Mezlûm e ku aliyê garantor ê danûstandinan e. Me astengî li pêş danûstandinan çê nekirine, Amerîkî jî û Kak Mezlûm jî dizanin.”

Oso tekez dike ku serkeftina danûstandinan di berjewendiya gelê Kurd de ye û diyar dike, “ev danûstandin ber bi dawiyê ve diçin, lê hincetan derdixin û ev cihê mixabiniyê ye û divê dernekevin.”

Endamê Serokatiya ENKSê bibîr dixe ku Amerîkayê balyozek nû bo Sûriye û rojhilatê Firatê destnîşan kiriye û wî balyozî dest bi kar kiriye, “Em bi hêvî ne di demek nêzîk de hev bibînin û bizanin ka çi proje li gel wan hene ji bo berdewamkirin û bidawîkirina van danûstandinan.”

Derbarê destpêkirina danûstandinan jî Oso dibêje, “Ji aliyê me ve ti astengî tune ne û em çaverê ne danûstandin dest pê bikin. Em amade ne bo danûstandinan. Divê bawerî hebe ku danûstandin bi dawî werin.”

Li ser miajrên ku divê bên çareserkirin di navbera aliyan de Oso dibêje, “Me qonaxên baş derbas kirine. Di pirsa îdarê de jî me gelek xal çareser kirine. Hebûna PKKê, zimanê Kurdî, leşkeriya neçar û gelek mijarên din hene ku nehatine çareserkirin.”

Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî jî berî niha ragihand, danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê wan bêhvedanek dane wan danûstandinan.

Mezlûm Kobanî aşkere kir, ev demeke şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li derve ye û nûnera Amerîka jî ne amade ye û hêvî kir ku dema hemû alî amade bin, careke din danûstendin destpê bikin.

Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duh Foza Yusuf ragihandibû, ji ber daxwaza ENKSê ya 50 bi 50, danûstandin rawestiyane û gotibû, Rojavayê Kurdistanê ne kompaniyake ku di navbera partiyan de were parvekirin û ji derveyî herdu aliyên PYDê û ENKSê, partiyên din jî hene û nabe werin piştguhkirin.

Sekreterê Partiya Demokrat ya Kurd a Sûrî Cemal Şêx Baqî jî got, “Danûstandinên Kurdî-Kurdî bi fermî nehatine rawestandin. Ti aliyek ji danûstandinan venekişiyaye. Me gelek gavên baş û mezin avêtine.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin