Efrîn - Peyayên Tirkiyê 5 kurdên din revandin

Efrîn - Peyayên Tirkiyê 5 kurdên din revandin

.

A+A-

Çekdarên Tirkiyê 5 kes ji gundekî Efrînê revandin. Baca zêdetir ji 1100 teneke zeyt jî li gundekî din sepandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Feyleq El-Şamê pêr (12.12.2020a), 5 welatî ji gundê Meydan Ekbes yê navçeya Raco dema di nava zeviyekê kar dikirin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Salih Hac Hemed, Mihemed Mistefa, Farûq Xelîl Hemo, Husên Mistefa, Îmad Mûsa Hesen.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir di raporteke din belav kir, çekdarên grûpa Elmuntesir Billah baca 1114 teneke zeyt li 15 cotkarên gundên Umera yê navçeya Raco sepandine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, bi hezaran welatiyên Efrînê yên sivîl ji aliyê grûpên çekdaran ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa beşeke mezin a revandiyan ne diyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin