Efrîn.. Di navbera çekdaran de şer derket

Efrîn.. Di navbera çekdaran de şer derket

.

A+A-

Li navçeya Cindirêsê şer di navbeyna grûbên çekdar de derket. Di encam de çekdarek hate kuştin 6 jî brîndar bûn.

Çalakvanek ji bajarê Efrînê ji bo Kurdistan24ê ragihand,Tevgera Nûreddîn Zengî koçberekî xelkê Şamê li navçeya Cindirisê (Efrîn) revand. Lewra di navbera Ehrar el Şam û Nûreddîn Zengî de şer derket.

Di emcamê de çekdarekî ji Ehrar el Şam canê xwe ji dest da. 6 kes jî birîndar bûn. Di nav wan de sivîl jî hene.

Çalakvanê ji Efrîne diyar kir ku tevgera Nuredîn Zengî, 2 çekdarên Ehrar el Şam hêsîr kirine û agir berdan e malên sivîlên navçeyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin