Efrîn – Çekdarên ser bi Tirkiyê 21 hemwelatiyên kurd revandin

Efrîn – Çekdarên ser bi Tirkiyê 21 hemwelatiyên kurd revandin

.

A+A-

Binpêkirinên grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve roj bi roj li ser xelkê Efrînê yê sivîl zêde dibin. Çekdaran di çend rojên derbasbûyî de zêdetir 21 kesan ji gundê Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên gruba Feyleq El-Şam çend roj in bi malên welatiyên gundên Kibêşîn, Basûfan û Bi’iyê yên navçeya Şêrewa de girtine, li welatiyan didin û direvînin. Pêr jî li gundê Kibêşînê li jineke 40 salî dan û revandin.

Li gor zanyariyên wê rêxistina mafên mirovan, çend roj in çekdaran zêdetir ji 15 kesan ji wan her sê gundan revandine. Ji ber ku çekdaran ew gund dorpêç kirine, zanyariyên zêde ji wan gundan nayin bidestxistin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporteke din de belav kir, çekdarên Polîsê Leşkerî ji roja 1ê vê mehê ve 4 kes ji bajarokê Cindirêsê revandin ku 2 ji wan jin in.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Xalide Şêx Murad û keça wê Emîne Ebdo Murad, Mihemed Hec Yûsif û Ehmed Hec Gulîn.

Herwiha belav kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 6ê vê mehê 2 kesên din (Mihemed Hebeş Hino û Mihemed Husên Dehdo) ji gundê Behdîna yê li navçeya Raco revandin û niha çarenivîsa wan diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de û heta niha bi hezaran welatiyên sivîl hatine revandin û eşkencedan.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grubên çekdar j revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin