Economîst: Encamên bajarên mezin, Erdogan xiste tengasîyê

Economîst: Encamên bajarên mezin, Erdogan xiste tengasîyê

Kovara Economîst hilbijartinên herêmi yên Tirkiye nirxand. Di nivisa kovarê de hate diyarkirin ku gelek endamên AKPyê encamên hilbijartinan qebûl nakin u dixwazin encamên diyarkirî biguherînin.

A+A-

Kovara heftaneThe Economîst ku li Brîtanyayê tê weşandin di hejmara xwe ya dawîn de hin şîrove li ser hilbijartinên heremî yen Tirkîyeyê kir. Kovare got: "Encamên bajarên mezin Serokomar Recep Tayîp Erdogan xistîye nava tengasîyê.

li gorî kovarê, ligel tifaqa AKP û MHPyê li tevahîya welêt dengên herî zede girtibe jî, bi taybet wendahîya şaredarîya Stenbolê dê Serokomar Erdogan bixe nava tengasîye.

Economist dibêje ku bi van encaman egera aştîya bi kurdan re jî ketîye xeterê.

Li gorî nûçeya ku li ser malpera BBCyê hatîye weşandin beşek ji nivîsa Kovarê wisa ye:

"Encam di heman demê de Erdogan bi tercîhên wek 'Gelo tifaqa bi netewperestên tirk an bi welatîyên kurd' re rûbirû hiştîye.

Di vê rewşê da, destpêkirina pêvajoyeke aştîyê bi kurdan ra dê dengên AKPyê yên li rojava bikşîne jêr.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin