Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Şêx Abdusselam Barzanî II. Mîmarê Mala Kurdî yê Modern e! (II)

A+A-

Av- Hewa û Şûr (Tifaq- Zanîn û Cesaret) Pirsa (şola) tifaqan jibo civata kurd, jibo serfirazî û serketinê pirseka heyatî ye. Nirxandina Avê jibo civata kurd, bersiva Qadî Mihemmed jibo dadgeha Rejima Tahranê ya dagirker û kolonyalist gelek manîdar û giring e. Dadgeha Mahabadê li hemberî Qadî Mihemmed, mewcudîyeta Mela Mistefa Barzanî wek nîşana xîyanetê dibîne. Lê Pêşeva Qadî Mihemmed ji dadgeha Îranê ra weha dibêje: 
  
”Mela Mistefa Barzanî, ne kesekî bîyanî ye, ew ji odeyeka Mala Kurd derbasî odeyeka dî bûye. Ji ber ku miletê kurd xwedî malekî ye û ew mala wan xwedîyê çend odeyan e!”  

Eger em di çarçoveya ku Qadî Mihemmed daye zanîn li pirsê binêrin; em dibînin ku şola birayetî di civata kurdî da xwe nîşan dide û ev şoleke hewqas girîng e ku bi her awayî pirseka heyatî ye. Loma pirsa birayetîyê wek avê ye ku eger mirov xwedîyê wê be û xwedîtîyê lê bike, ew çiqas dihere, diherike, xurt dibe, qewî dibe û tê radeyek ku tu qewetek / hêzek nikare li pêşîya wê raweste. Em vê avê dikarin bişibînin dilopên baranê. Dilopên baranê kom dibin, cû û cûbar çêdibin; cû û cûbar tên ser hev, dibin newal, ji newalan çem çêdibin û çem jî dibin gol û derya. Êdî li pêşîya deryayê tu hêzek nikare wê bide rawestandin. Lê wek em li jêr di xalên cuda da dibînin, Abdusselam wek ku hewa çawa jibo jîyana mirovî pêwist e, ew jî hew qas zana bûye û di karên xwe yên pratik da jî gelek zîrek bûye û wek tekrar, zanebûna wî ji şûr jî tujtir bûye. 
2.⁠ ⁠Zewaca bêdil û qelend / qelen, hatîye qedexekirin. Di nav civatê ya wê demê da şoleke gelek girîng û mezin jî zewac bûye. Hema hema li her derê civata me, qelend bûye adet û kultûrek ku jibo keçeka xama dema hatîye ber çaxa zewacê, bi usûla lihevhatinê mîktarek dirav (pere) wek qelend hatîye qebûlkirin. Tu bixwazî, nexwazî, ev adet digel xwe zewaca bêdil jî xistîye nava civatê. Wek numûne, zilamekî dewlemend û biemir, heta mirov dikare bêje zilamekî kal, dikaribûye bi rîya qelend û hin adetên dî bi keçeka cuwan ra bizewice, bê ku  riza dilê wê hebe. Lê piştî vê biryarê, hêdî hêdî ew adetên kevn ji meydanê tên rakirin ku ev jibo afirandina civateka modern prensibên gelek giring bûne.. Lê mixabin pêvajoya civata me ya îroyîn nîşan dide ku ji 1903yan heta îro, gelek tiştên civatî nehatine kirin da ku wekhevîya civatê pêk were û civateka modern bê afirandin. Sedemeke girîng jî ew e ku Kurdistana Serbixwe nehatîye avakirin ku ji şola jinan ra jî çareserîyan pêk bîne.   
K. Marx; ”Di civatek da rewşa jinan, jibo wê civatê pîvana modernîbûnê ye” gotîye û neheq jî nebûye. Ji ber ku hema hema di her civatek da nîvê nufûsa civatê jin in û jibo domandina her civatek jin û mêr hev temam dikin. Lê mixabin piştî mêjedemeke dirêj ku rêvebirina civatê dikeve destê mêran / zilaman; cudayîyeke mezin di nav jin û mêran da çêdibe û her ku diçe teda û zulm, heta nejadperestî li ser jinan hatîye domandin. Ev mijara hestîyar gihaye qonaxeke hew qas nebaş ku ew bala Zerdeşt Pêxember jî dikêşîne ser wê birîna girîng. Loma ji vir 3500 sal berê Zerdşt Pêxember jibo zilamên ku di qilafetê însan / mirov da tên bi navkirin, lê di emelê xwe da ew adeta bûne cinawir. Zerdeşt Pêxember ji ber ku li heywanan / lawiran heqaret neke, gotina cinawir bi karanîye. Belam heywan jî qedrê hev dizanin, ji hev hez dikin, hev nakujin û wd... Loma dîroka mirovatîyê û bi taybetî jî ya jinan jibo îro jî nîşan dide ku Zerdeşt Pêxember, civata xwe baş nas kirîye, analiz kirîye û xwedîyê dûrbînîyek bûye, lewra ew wek Rewşenbîrê Ewil ê Cîhanê hatîye qebûlkirin. (15) 
Dewam dike..

Önceki ve Sonraki Yazılar