Her şoreş bi serketina xwe jî bi têkçûna xwe jî xwedêyê tîr û êşin
Merd Baran Boskan
Gotinek bavûkalan ya kurdî dibêje: “her kes li ser mirîyên xwe digirî”. Ez jî bi vê mebestê dixwazim çend gotinan li ser şoreşên kurdî rêz bikim. Min di sernivîsê de got ku; serketina şoreşan jî têşkçûna şoreşan jî tîr û êşê bi xwe re tînin. Bêguman ev tîr û û êş neyeksanin cudahî û dijberîyek bê hempa diafirînin.
Gava şoreşek biser nakeve têk diçe rastê êrîş, kuştin, qirkirin, wêrankirin, talankirinên dijmin tê. Wê êş û trajedîya ku dijmin pêktîne demk şûnda dîsa şoreşek li dû xwe diafirîne, heta şoreş biser nekeve ev rewş tim xwe dubare dike. Encam ya serketina şoreşê ye ya bi tevayî têkçûna wê hedef û armanca şoreşê ye. Yanê eger ew şoreşa azadî û serxwebûna milletekî be heta ew millet biser nekeve yan jî ew millet ji hole hunda nebe wê ev trajedî her domdar be, rêyek din li pêşîya wî milletî tune ye.
Ev di jîyana milletê Kurd de jî dîrok û bûyerên jîndar in. Ji serhildana Bedirxanîyan bigire heta roja me milletê Kurd ji bona azadîya xwe, bi dehan şoreş pêkhanîne û herweha bi dehan caran rastê wan komkujî, qirkirin,wêrankirin, talan û şewat û her haweyên îşkenceyan hatî ye. Wan hovîtîyên dijminan di reh û mêjîyên neteweya kurd de jîndar in. Bêguman ji ber ku milletê me li pîya ye, jîndar e, xwedîyê armanc û bawerîya azadîya xwe ye wê şoreşên neteweyî jî heta pêkhanîna wê dozê bi her cûreyên têkoşînê ve, wê domdarbin.
Di van şoreşên neteweyî yên Kurdistanê, bi demkî be jî hinek serketin pêkhatine, wek Komara Mahabatê, Otonomîya 11 adarê. Lê mixabin ew serketin demkî man domdar nebûn li dûv xwe qirkirin, wêrankirin talan û hw tîr û êş hîştin.
Ji bona serketina şoreşê mînaka yekane Kurdistan a Federal e ku; îro ji bona her çar perçeyên Kurdistanê, ji bona neteweya kurd bûye hêvî stargehek.
Vê Şoreşa azadî ya neteweyî ku tevî wan astengî û êş û talan û qirkirin û komkujî û kîmyabaran, gorîkirnên bêhejmar ji sala 1991 ê ve bi serketin encam da. Ev serketin cîyê serbilindî û kêfxweşî û hêvîya hemû kurdistanîyan e.
Em tev baş dizanin ku vê serketina şoreşê jî bi haweyek xwezayî tîr û êşên giran jî bi xwe re afirandin. Bêguman taybetmendîyên neteweya me, pêvajoyên şoreşa kurd xwedîyê bandorek zêde ne, li ser pêkhatin û xwurtbûnîyên van tîr û êşan.
Di hemû şoreşan de piştî biserketinê demek bi êş heye ku heta rista armancên xwe bide rûniştandin. Lê vê pêvajoya rûniştandina rista hêvîkirî ya bi êş, li gor rûçik û hînbûyînîyên her miletî duguhere, siviktir yan dijwartir dibe.
Di pêvajoya şoreşa neteweyîya kurdî de du hêz û du alîbûyin, bandora hêzeke mezin yên caşên ku bi dijmin re di serketina şoreşê de, bûne afirankarên xwurtkirina wan tîr û êşan. Ji ber wê bû ku demek dirêj yê nerazîbûn û dubendîyê navbera alîyên zehmetkêşên şoreşê û caşên berya serketina şoreşê. Ji alîyê din ve milmilaneya rêvebirinê ku dualîyên hêzên bingehîn ên şoreşê bûn egerê tîr û êşek dijwar di nav kurdistanîyan de. Ji ber van egerên taybet in ku ev 35 salê serketina şoreşa Kurdistanê ye ku hêjî pirsgirêkên me yên bicîkirina rista hêvîkirî ku Hukumetek, aborîyek, asayişek, destûrek me nekarîye bicîh bikin.
Ji ber vê ye ku îro yekkirina hêza PÊŞMERGE yê Kurdistanê di vê pêvajoyê de destketinek, serketinek gelek girîng û pîroz e! Di bicîkirina rista hêvîkirî de kilîteke pir girîng e. Ez destxweşîyê li rêvebirên Kurdistan a Federe û her kesên ku di vê gava pîroz de xwedî ked e rêzgirtinîyên xwe pêşkêşê wan hemûyan dikim.
Ez hêvîdarim û bibawerim ku wê vê gava pîroz bicîkirina rista hêvîya wan gorbihiştên şoreşa kurd leztir bike.
Bijî kurd, bijî Kurdistan!
Bijî pêşmergeyên Kurdistanî!


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin