
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanên Kurd kir û got, “Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro beşdarî merasîma 20 saliya damezirandina Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê (UKH) bû û derbarê paşeroja Kurdistanê, perwerde û hêviyên ji ciwanan axaftineke berfireh kir.
"Yek ji zanîngehên herî baş e"
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku Zanîngeha Kurdistanê bibe yek ji zanîngehên Herêma Kurdistanê û Îraqê ya herî baş û got:
"Em armanc dikin ku li zanîngehê perwerdeyeke li gorî pêdiviyên serdemê û li gorî standardên cîhanî û akademîk were dayîn."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew girîngiyê didin wê yekê ku zanîngeh bibe saziyek ku xebatên zanistî yên serbixwe bi rê ve dibe.
Zêdetirî 3 hezar derçû
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Zanîngeha Kurdistanê di 20 salan de serkeftinên girîng bi dest xistine.
Wî anî zimên ku ew ji derçûna zêdetirî 3 hezar ciwanan a ji vê zanîngehê gelekî serbilind e.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ciwanên ji zanîngehê derçûne beşdarî avedankirin û bipêşketina Kurdistanê bûne.
Wî da xuyakirin ku zêdetirî hezar û 200 derçû di sektora taybet de dixebitin.
Amadekirina ji bo paşerojê
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bal kişand ser girîngiya wergirtina perwerdeyeke baştir a ciwanan û pêgihandina wan a li gorî paşerojê û got:
"Ji sedî 90ê derçûyên Zanîngeha Kurdistanê di saziyên Herêma Kurdistanê de xwedî roleke aktîf in."
Naveroka temam a axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
"Mêvanên rêzdar, endamên zanîngehê, xwendekar, derçû û dostên hêja. Êvara we baş.
Ez kêfxweş im ku em îşev ji bo 20 saliya damezirandina Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê li vê derê bi hev re ne.
Heta azadiya Îraqê ya sala 2003yan, li Herêma Kurdistanê tenê karekî me yê serekî hebû, ew jî li ser pêyan man bû. Ji ber vê yekê me hemû enerjî û şiyana xwe tenê ji bo manê terxan kiribû.
Di dawiyê de bi azadiya Îraqê re, ji bo gelê me hêviyeke nû çêbû. Derfetek ji bo me çêbû da ku em beşeke zêdetir a şiyana xwe ji bo avakirinê terxan bikin.
"Veberhênana herî mezin di zanistê de ye"
Beriya 20 salan me dest bi tiştekî nû kir. Sala 2006an Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dibû. Me rê, sazî û pêwendiyên xwe yên bi cîhanê re ava dikirin.
Lê wê demê min bawer dikir û îro jî bi baweriyeke kûrtir bawer dikim ku hilberîna herî girîng a ku em dikarin bikin, hilberîna di zanistê û di nîştiman de ye. Ji ber vê yekê jî me Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê damezirand.
Dema me ev zanîngeh damezirand, armanceke me ya zelal û neguher hebû. Me xwest em bi zanîngehên din ên Kurdistanê re, zanîngeheke nû ava bikin ku bibe yek ji zanîngehên herî baş ên Kurdistan, Îraq û herêmê.
Me zanîngehek dixwest ku perwerde tê de bi zimanê zanistî yê serdemê be. Zanîngeheke ku bi cîhanê re girêdayî be, pêbendî standardeke bilind a akademîk be û rêzê li ramana serbixwe bigire.
Beriya her tiştî em dixwazin ciwanên me fêr bibin bê ka dê çawa bifikirin; ramaneke rast û babetî.
"Zêdetirî 3 hezar û 700 ciwan jê derçûne"
Rêzdaran, piştî 20 salan gelek tişt hene ku cihê serbilindî û pesindayinê ne. Divê zanîngeh serbilind be ku zêdetirî 3 hezar û 700 ciwanên vî nîştimanî derçûne.
Bila bi rola wan a bibandor a di avedankirin û pêşxistina Kurdistanê de serbilind be. Ji sedî 75ê derçûyan di bazara kar de bi aktîfî dixebitin û ji sedî 90ê wê rêjeyê bûne stûna kerta taybet û di sektora giştî û xwendina bilind de jî hebûneke wan a bihêz heye.
Her wiha zêdetirî 150 derçûyên vê zanîngehê ne tenê li kar geriyan, bûne karsaz û ji bo bi sedan ciwanên din ên Kurdistanê jî derfeta kar afirand.
Îro derçûyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê li hemû parêzgehên Kurdistanê motora sereke ya bipêşketin û rêveberiyê ne.
Wan di pratîkê de jî îsbat kir ku veberhênana li ser perwerdeya serdemî û pêgihandina kesên jêhatî, rêya herî serkeftî ye ji bo avakirina paşerojeke geştir ji bo welatê me.
"Şaşiyên xwe qebûl bikin û rast bikin"
Lê van 20 salan tiştek fêrî me kir ku sala 2006an dema me ava kir, me nizanibû. Damezirandina saziyekê destkeftek e lê avakirina saziyekê ku şiyana wê ya fêrbûn, guherîn û manê hebe destkefteke din e.
Di 20 salên borî de karwanê zanîngehê bê pirsgirêk nebû. Li gel destkeftên berçav, astengiyên dijwar jî derketin pêşiya wê. Biryarên baş hebûn, biryar jî hebûn ku pêwîstiya wan bi pêdaçûnê hebû.
Pêwîst bû zanîngeh fêr bibe, xwe biguncîne, şaşiyên xwe rast bike û ber bi pêş ve gavan biavêje. Nabe em gazinan ji paşeroja zanîngehê bikin, belkî divê em jê fêr bibin.
Ji ber ku sazî bi wê yekê bihêz nabe ku xwe wisa nîşan bide ku qet şaşî nekiriye, belkî bi diyarkirina şaşiyan û rastkirina wan sazî bihêz dibe. Dibe ku piştî 20 salan zanîngeh wêneyekê nîşanî me bide ku em tê de beşek ji karwanê Kurdistanê bibînin.
"Pêşketin bi fêrbûnê ye"
Rêzdaran, eger em li Herêma Kurdistanê ya sala 2006an û ya îro binêrin, em dê cudahiyeke mezin bibînin. Me îro komek tişt bi dest xistine ku rojekê gelekî dûr dihat dîtin ku em bikaribin bikin.
Me binesazî û sazî ava kirin. Me deriyê Kurdistanê li rûyê cîhanê vekir. Me pêwendiyên navneteweyî bihêz kirin. Me nifşekî nû û jêhatî pêgihand. Xeyalkirina van hemûyan ji bo nifşên berê gelekî zehmet bû.
Lê meşa karwanê me jî bê pirsgirêk nebû. Em rastî teror û şer hatin. Me şerê şikandina DAIŞê kir. Me pêşwazî li hejmareke mezin a koçber û penaberan kir. Me li ber krîza aborî, nakokiyên siyasî, pêwendiyên aloz ên bi Bexdayê re û nearamiya li hemû herêmê xwe girt.
Hinek ji pirsgirêkên me ji wan rewşan derketin ku herêm tê re derbas dibe û ne di destê me de bûn. Hinek ji wan jî bi destê me bûn.
Divê ew baweriya me bi me hebe ku em wan ji hev cuda bikin. Ji ber ku ew dersa me di van 20 salan de wergirtiye ne ew e ku em di her tiştî de rast bûne. Na, ne wisa bûye. Ders ew e ku pêşketin bi şiyana me ya fêrbûnê ve girêdayî ye.
Tiştê ku bi sûd e divê em biparêzin û pêş bixin. Tiştê ku bê sûd e divê em biguherînin. Tiştê ku kevn bûye divê em nû bikin bi awayekî ku baştir bibe. Dema ew bijarde li ber destê me bin û li gorî pêwîstiyê baş nemînin, divê wêrekiya me ya afirandina bijardeyên nû hebe.
Ev prensîp ji kûrahiya zanîngehê dertê. Eger zanîngeh fêrî xwendekaran bike ku gumanê bikin, pirsan bikin û pêş bikevin, gel û Kurdistan jî dê wisa bin.
"Rêzê li nifşên berê bigirin lê wêrek bin"
Em ciwanan dixwazin ku rêzê li qurbaniyên nifşên pêşî û destkeftên wan bigirin. Lê rêzgirtin nabe wateya bêdengiyê.
Em nifşekî wêrek dixwazin ku cesareta wî ya pirsînê û rastkirina şaşiyan hebe. Nifşek ku dema me şaşî kir bikaribe ji me re bibêje 'we şaşî kir'.
Rexne ji bo Kurdistanê ne gef e, ew yek ji mezintirîn çavkaniyên hêza welêt e. Şaşîkirin derfeteke ji bo fêrbûnê ye, çavkaniyek e ji bo tecrubeyê.
"Divê hûn ji me baştir bikin"
Cîhana îro ji ya sala 2006an gelekî cuda ye. Hişê çêkirî, perwerde, zanist, hikûmet û aborî diguherin. Ew agahiyên ku berê bi rojan dihatin peydakirin, niha di çend çirkeyan de tên dîtin.
Di cîhaneke wiha de, tenê agahî têrê nake. Pêwîstiya me bi kesên wisa heye ku karibin cudahiya di navbera agahî û zanînê de bikin; cudahiya di navbera ducarekirin û şîrovekirinê de bikin.
Dema dizanin ku şaş in, karibin nêrîna xwe biguherînin. Bikaribin di nêrînên xwe de cuda bin bêyî ku wê cudahiyê bikin dijminatiya hev. Her wiha bikaribin wan pirsgirêkan çareser bikin ku me hîn çareseriyek ji wan re nedîtiye.
Beriya 20 salan me pirsî, pêwîstiya Kurdistanê bi çawa zanîngehekê heye? Îro ez dixwazim pirsê beravajî bikim, ew kesên ku li vê zanîngehê fêr bûne dikarin ji bo avakirina Kurdistaneke çawa alîkariya me bikin?
Ev 20 sal in derçûyên me diçin qada hikûmetê, bazirganî, zanist, perwerde û civaka sivîl. Lê bendewariyên me zêdetir in. Di çûna nav saziyan de, bendewariya me ji derçûyan ew e ku saziyan baştir bikin. Hinek ji wan saziyan ava bikin ku hîn tunin.
Ez hêvîdar im nifşê îro qet wisa nefikire ku nifşê me hemû derfet dîtine ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê pê heye. Ji ber ku me nikarîbû em hemûyan bibînin. Me heta vir anî, ji vir pê ve em teslîmî we dikin.
Ti nifşên Kurdistaneke bê kêmasî û bê pirsgirêk wekî mîrat wernagire. Nifşê me Kurdistanek wekî mîrat wergirt ku zilm, şer, wêranî û qurbanîdan dîtibû. Me hewl da em wî mîratî biguherînin û bikin ewlehî, sazî, pêşketin û derfetên nû. Nifşê we dê mîratekî cuda wergire.
Hûn mîratê tiştên ku me ava kirine werdigirin; destkeftên me, tecrubeyên me û ew karên me ku bê kêmasî û şaşî nînin. Berpirsyariya we jî ne ew e ku hûn vî mîratî bi tevahî red bikin an jî bêyî hûrbûnê biparêzin. Berpirsyariya we ew e ku hûn vî mîratî baştir bikin û Kurdistanê ber bi qonaxeke din ve bibin.
"Zanîngeha paşerojê"
Heman tişt ji bo vê zanîngehê û hemû zanîngehên din ên Kurdistanê jî rast e. Nabe zanîngeh di 20 salên bê de hewl bide wekî xwe bimîne mîna ku me sala 2006an xeyal kiribû.
Belkî divê bibe zanîngehek ku heta sala 2026an jî em nikaribin wê xeyal bikin. Divê zanîn û zanistekê berhem bîne ku niha li Kurdistanê nîne. Bibe alîkar di çareserkirina wan pirsgirêkan de ku me hîn çareser nekirine. Bi baştirîn zanist û zanîna cîhanî re girêdayî be.
Di heman demê de ji bo baştirkirina vî welatî li hemberî Kurdistanê xwedî berpirsyariyeke kûr be. Her tim xwedî wê baweriyê be ku li xwe hûr bibe û ducare xwe biguherîne, xwe bi mercên nû re biguncîne.
Xwendekarên hêja, ciwanên delal, beriya 20 salan damezirandina vê zanîngehê berpirsyariya me bû. Lê ev zanîngeh dê di 20 salên bê de bibe çi, êdî zêdetir dikeve ser milê we ciwanan.
Tiştê ku sûdmend e biparêzin. Tiştê ku bê sûd e jê bipirsin. Ji destkeftên me fêr bibin, ji şaşiyên me netirsin û ji wan fêr bibin. Nehêlin rêzgirtina li wan derfetan ku nifşê me çêkiriye bibe sînorek; sînorek ku pêşî li wan derfetan bigire ku nifşê we dikare bîne holê.
Armanca ji paşeroja zanîngehê qet ne ew bûye ku bibe abîdeyek ji bo damezirênerên xwe. Belkî ew bûye ku bibe saziyek ku şiyana wê hebe xwe ji karwanê wan derbas bike.
Dibe ku heman tişt ji bo Kurdistanê jî hewce bike; destkefta me ya herî mezin nabe ew be ku nifşê paşerojê tenê tiştê me ava kiriye biparêze. Belkî divê xwedî zanist, azadî û baweriyeke wisa be ku wan tiştan ava bike ku me nikarîbû em ava bikin. Serkeftina me ya rasteqîn ne ew e ku hûn bişibin me, serkeftin ew e ku hûn ji me baştir bikin û ber bi pêş ve bibin.
20 saliya Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê pîroz be. Bi wê hêviyê ku 20 salên bê, zanîngeh û Kurdistanê bigihîne qonaxekê ji pêşketinê ku niha bi xeyalê me de jî nayê. Înşallah em dê bigihîjin wê rojê jî.
Gelekî spasiya we dikim û êvareke xweş ji we re dixwazim.
Di dawiya axaftina xwe de ez dixwazim spasiya hemû wan kesan bikim ku bi awayekî tevlî avakirin û pêşxistina vê zanîngehê bûne. Ez spasiya Serokê Zanîngehê û Cîgirê Serokê Zanîngehê dikim, ewên ku li vir in.
Ez dixwazim spasiya Kak Îdrîs jî bikim ku ew jî li vir e. Bi rastî, bila ez hinekî barê wî jî giran bikim. Bi qasî ku ez agahdar im, ji aliyê dîzayn û tiştên din ve kampûsa zanîngehê temam bûye.
Em ji vir dibêjin, divê înşallah di demeke herî nêzîk de dest bi wê zanîngehê were kirin û kampûsa nû were vekirin. Xwendekarên ku li vir dixwînin hêjayî wê yekê ne. Em jî dê piştgiriyê bidin wan.
Ez we hemûyan pîroz dikim ên ku derçûne. Gelekî spas dikim ku we tehemula axaftina min kir. Gelekî dirêj bû, ez lêborînê dixwazim lê baş bû ku we tehemul kir. Hûn hemû bi xêr hatin. Gelekî spas."
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin