
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li Hewlêrê semînarek li ser tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdostanê li dar xist.
Di vê semînarê de, behsa sedsaliya tevgera rêxistina siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Her wiha kokên tevgera siyasî ya Kurdan û pêşketina wê ya dîrokî hatin nirxandin.
Semînar bi sernavê “Sedsaliya Tevgera Rêxistina Siyasî ya Kurdistanê ya li Rojavayê Kurdistanê” hat lidarxistin.
Lêkolînerên Kurd Dr. Azad Ehmed Elî û Siyamend Haco li pêşberî komeke siyasetmedar, lêkolîner, rojnameger û nivîskaran axivîn.
Wan bi piştgiriya belge û şahidiyên dîrokî qala qonaxên girîng ên dîroka tevgera siyasî ya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê kir.
Ji bo dîroka siyasî ya Kuradan belgeyên nû
Lêkolîner Dr. Azad Ehmed Elî di destpêka semînarê de anî zimên ku armanca wan ew e ku dîroka tevgera siyasî ya Kurda a rêxistinî, bi saya belgeyên nû yên salên dawî ji nû ve bê xwendin û nûjenkirin.
Azad Ehmed Elî diyar kir ku lêkolîneran gelek belgeyên di arşîvên zanîngeh û navendên lêkolînê de bi dest xistine.
Wî tekez kir ku ev belge "derfetê didin ku dîroka tevgera Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê li ser bingeha belgeyan ji nû ve bê keşfkirin."
Di beşa yekem a semînarê de, qala belgeyên ku destpêka tevgera siyasî, rêxistinî û leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê vedibêjin, hat kirin.
Piştre jî beşdaran bal kişandin ser aliyê Kurdistanî yê di tevgera siyasî ya damezirîner de.
Dr. Azad Ehmed Elî di vê çarçoveyê de bal kişand ser "şaşiyeke berbelav".
Li gorî vê şaşiyê, Kurdistan li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û tevgera siyasî li her parçeyekê ji sifirê dest pê kiriye û xwedî rê û taybetmendiyeke cuda bûye.
Azad Elî li ser vê yekê got, "Ev ne rast e, tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê tevgereke yekbûyî bû."
Ji Sevrê heta Lozanê: Kurd di nav guherînên herêmî de
Dr. Azad Elî da zanîn ku dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem di cîhan û Rojhilata Navîn de guherînên bingehîn çêkirine.
Ev yek bûye sedema hişyariyekê di nav tevgera Kurd û Kurdistanî de.
Her wiha di salên şer û piştî wê de çalakiya dîplomatîk a Kurdistanî ya birêxistinkirî jî bi pêş ketiye.
Wî destnîşan kir ku amadebûna Kurdan a di Konferansa Aştiyê ya Sevrê de (ku zêdetirî salekê dom kir), nîşan dide ku Kurdistan wekî aliyekî siyasî li qadê amade bûye.
Azad Elî da zanîn ku projeya serxwebûna Kurdistanê di konferansê de hatibû pêşkêşkirin.
Lêkolîner Azad Elî anî zimên ku têkçûna projeya Sevrê di Konferansa Lozanê ya sala 1923yan de bûye sedema çespandina nexşeya siyasî ya herêmê û Kurd ji mafên xwe bêpar mane.
Wî got ku sînorên niha yên herêmê di çarçoveya peymanên piştî Lozanê de hatine çespandin.
Dr. Azad Ehmed Elî bal kişand ser girîngiya têkoşîna Kurdan a di navbera salên 1920 û 1925an de.
Wî diyar kir ku di van salan de çalakiyên dîplomatîk û leşkerî hebûn û Kurd di van geşedanan de aliyekî çalak bûn.
Belgeya li ser malbata Îbrahîm Paşayê Millî
Dr. Azad Ehmed Elî di vê çarçoveyê de, belgeyeke têkildarî malbata Îbrahîm Paşayê Millî pêşkêş kir.
Wî diyar kir ku ev belge rola Kurdan a di rizgarkirina Dêrezor û herêmên Cizîrê yên ji destê Osmaniyan di salên 1920 û 1921ê de nîşan dide.
Azad Elî anî zimên ku Fransayê wê demê piştgirî dabû Kurdan û ji ber hevahengiya wan spasiya wan kiribû.
Li gorî gotinên Dr. Azad Elî, Fransiyan wê demê soz dabûn ku piştgiriyê bidin avakirina dewleteke Kurdistanê û dê sînorên vê dewletê li gorî rûdanên siyasî yên wê demê teng an jî fireh bibûna.
Tevgera Kurdan beriya dewleta Sûriyeyê bûye
Wî diyar kir ku wê demê herêma rojhilatê Firatê (Cizîr) qet ne beşek ji Sûriyeyê bû.
Azad Elî tekez kir ku ev hemû rûdan nîşan didin ku derketina tevgera rizgarîxwaz a Kurdan beriya avakirina dewleta Sûriyeyê bûye.
Her wiha wî da zanîn ku serkeftina Enqereyê hejmarek ji serkirdeyên tevger û doza Kurdî neçar kirin ku dev ji Anadolê berdin.
Bi gotina wî wan berê xwe da Şam û Beyrûtê û li navçeyên Kurdî û gundewarên wan bi cih bûn. Wan li wir çalakî û têkoşîna xwe ya siyasî domand.
Belgeyên li ser rêxistineke siyasî ya Kurdan di sala 1926an de
Lêkolîner Siyamend Haco sê belge pêşkêş kirin got ku ew belge hebûna rêxistineke siyasî ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji sala 1926an ve eşkere dikin.
Haco amaje pê kir ku pêkhateya wê rêxistinê, zêdetir nêzîkî pêkhateya partiyeke siyasî bû û serok, komîteyeke bilind û komîteyeke navendî yên vê rêxistinê hebûn.
Haco da zanîn ku yek ji wan belgeyan nameyek e ku Doktor Ehmed Sebrî ji bo Generalê Fransî Billot şandiye.
Doktor Ehmed Sebrî serokê eşîra Lolan bû û generalê Fransî Billot jî berpirsê giştî yê leşkerî yê Sûriye û Libnanê yê wê demê bû.
Kongreya Rizgariya Kurdistanê
Li gorî belgeyê, Ehmed Sebrî rêxistin wekî “Kongreya Rizgariya Kurdistanê” pênase kiriye.
Wî daxwaza avakirina hikûmetekê li Kurdistanê kiriye her wiha wî bangî Fransayê kiriye ku piştgirî û parastinê pêşkêşî Kurdan bike.
Haco her wiha got ku belgeyên din ên heman serdemê nîşan didin ku wê rêxistinê xwedî nêrîneke Kurdistanî bûye û vê nêrînê sînorên Sûriyeyê derbas dikir û got:
“Di yek ji nameyan de qala sê beşên Kurdistanê, Bakur, Başûr û Rojhilat hatiye kirin. Di nameyê de banga yekkirin û rizgarkirina Kurdistanê hatiye kirin.”
Haco amaje pê kir ku ew belge helwesta rêxistinê ya li hemberî Tirkiyeyê jî eşkere dikin û got:
“Wê rêxistinê daxwaz ji Fransayê kiribû ku wan ji Tirkan biparêze û wan di nameya xwe de Tirk wekî dijminê herî dijwar ê Kurdan bi nav kiribûn.”
Navên di Komîteya Navendî de
Haco bal kişand ser navên ku bi rêxistinê ve girêdayî ne û got, “Emîn Perîxan û serokê eşîra Hêverkan Haco Axa di nav wan navan de bûn.”
Wî amaje pê kir ku li ser belgeyan îmzeyên endamên "Komîteya Navendî" hene.
Li gorî dîtina wî, ev yek hebûna pêkhateyeke rêxistinî ya zelal nîşan dide.
Hevrengiya bi Xoybûnê re
Siyamend Haco got ku hinek daxwazên siyasî yên di van belgeyan de bi daxwazên rêxistina "Xoybûn"ê re hevqatî dibin.
Wî da zanîn ku Emîn Perîxan û Haco Axa di civîna damezirîner a Xoybûnê de amade bûn. Ev civîn sala 1927an li Beyrûtê hatibû lidarxistin.
Haco kêmbûna zanyariyên li ser vê rêxistinê bi faktorên siyasî û dîrokî ve girê da.
Wî amaje pê kir ku çalakiyên siyasî yên Kurdan di wê qonaxê de bi têra xwe nehatine belgekirin. Tevî ku hejmareke zêde ji rapor û belgeyên Fransî hene ku tevgera siyasî ya Kurdan di navbera salên 1920 û 1926an de vedibêjin.
Ji aliyê din ve, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Kamîran Haco axivî.
Wî banga lêkolîn û lêhûrbûneke zêdetir li ser damezirandina yekemîn rêxistina siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê kir.
Her wiha wî got ku pêwîst e ev mijar bi belgeyên zêdetir were îsbatkirin da ku diyar bibe ev rêxistin partiyeke siyasî bûye. Divê were nîşandan ku ew xwedî bernameyeke zelal û daxwazên siyasî yên diyarkirî bûye.
Tevgera Daxwaza Otonomiyê û Konferansa Topizê
Rojnamegerê Rûdawê Hisên Omer li ser daxwazên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê axivî.
Wî qala Kongreya Topizê kir ku di 4ê Tîrmeha 1937an de hat lidarxistin.
Hisên Omer da zanîn ku di kongreyê de 15 serokên Kurd, 11 kesayetiyên Xiristiyan û 3 serokeşîrên Ereb ên devera Cizîrê amade bûn.
Wî diyar kir ku di kongreyê de gelek daxwazên siyasî yên zelal hatin pêşkêşkirin.
Hisên Omer eşkere kir banga dayîna xwebirêvebirinê ji herêmê re yek ji daxwazên sereke bû û di heman demê de xwestibûn ku herêm ji aliyê xelkê wê ve were birêvebirin.
Bi gotina Hisên Omer pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û tayînkirina karmend û birêvebiran ji xelkê herêmê daxwazên din bûn.
Hisên Omer anî zimên ku naveroka van daxwazan dayîna asteke berfireh a xwebirêvebirinê ji herêmê re nîşan dide û her wiha ev tê wateya kêmkirina girêdana kar û barên wê bi birêvebiriya desthilata navendî ya li Şamê re.
Wî amaje pê kir ku di kongreyê de bi Cizîrê re wekî herêmeke xwedî taybetmendiyeke Kurdî dan û standin hatiye kirin.
Şandina bîrnameyan ji bo Komela Neteweyan
Lêkolîner Siyamend Haco li ser Konferansa Topizê jî axivî û got ku beşdarên konferansê bîrnameyek ku daxwazên wan tê de bûn pêşkêşî Komela Neteweyan kirine.
Haco amaje pê kir ku zêdetirî 50 bîrname û name li ser daxwazên Kurdan pêşkêşî Komela Neteweyan hatine kirin.
Lêkolîner Azad Ehmed Elî jî got ku herêmê di sala 1937an de serhildaneke berfireh dît û di wê serhildanê de serhildêran ew parêzgarê ku ji aliyê Şamê ve hatibû erkdarkirin desteser kirin û wan karmendên hikûmetê jî derxistin.
Azad Elî her wiha got ku herêm zêdetirî du salan li derveyî kontrola hikûmeta Şamê maye.
Gotûbêj li ser destpêkên siyasî
Di dawiya semînarê de ji aliyê beşdaran ve hinek têbînî, nêrîn, pirs û pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Ev yek bû sedema dewlemendkirina gotûbêjan û berfirehkirina aliyên cuda yên panelê.
Bi taybetî li ser dîroka tevgera siyasî û rêxistinî ya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê gelek nîqaşên berfireh hatin kirin û agahiyên nû hatin guftûgokirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin