Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin

Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin

.

A+A-

Di dema kolandina li kûrahiya Gola Wanê de avahiyên kevirî hatine dîtin û ev yek bûye sedema nîqaşan.

Lêkolîner di wê baweriyê de ne ku ev avahî ew dibe ku herî kêm 11 hezar salî ne, dibe ku bermahiyên wargeheke mezintir in.

Li gorî raporê, piştî kolandina kûrahiya Gola Wanê dîwarekî dirêj ku ji blokên kevirên bi hev ve girêdayî pêk tê û avahiyek mezin û dorhêl pêk tîne, derketiye holê.

Endamê tîma lêkolînê Matthew LaCroix derbarê vê keşfê got ku bermahiyên ku heta niha hatine dîtin, dibe ku tenê beşeke biçûk a avahiyeke pir mezintir bin.

Li gorî nûçeya ku di Euronewsê de cih girtiye, yek ji wan avahiyên ku ji aliyê binavgeran ve hatine dîtin, dîwarekî mezin e ku nêzî 23 metre di bin rûyê Gola Wanê de ye û ji blokên kevirên bi hev ve girêdayî pêk tê.

Wêne sê pile nîşan didin ku bi şêweyekî dorveger bilind dibin û li dû wan heft rêzên kevirên ku ji 2,4 metreyan ji binê golê bilindtir dibin hene.

LaCroix got ku wî li ser avahiyê nêzîkî 45 metreyan pîvandiye û wiha destnîşan kir, "Ji 45 metreyan zêdetir e û diçe ber bi tariyê."

Li gorî LaCroix ev avahî dikare nîşana avahiyên din û herêmeke niştecihbûnê ya winda be ku hîn di bin avê de nehatine dîtin.

Ji ber ku zehmet e karekî wisa mezin ê kevirî tenê ji bo avahiyeke tenê hatibe çêkirin.

Ji ber vê yekê LaCroix dibêje, “Ne pêkan e ku ev der bi ti derî ve neçe. Ez bawer dikim ku ev avahî dergehek e ku ber bi bajarekî mezintir ve diçe.”

Dîtina van avahiyan li Gola Wanê vedigere sala 2017an.

Sînematografê binê avê Tahsîn Ceylan dema ku li ser formasyonên mîkrobîalît û masiyên darex ên di golê de lêkolîn dikir, rastî avahiyên kevirî hat.

Li herêmê avahiyeke kevirî û formasyonên dorhêl hatin dîtin.

Her wiha kevireke neqşandî jî hat dîtin ku dişibe motîfa şeş-şaxî ya kulîlka jiyanê.

Ev avahî çi qasî kevn in?

Pispor ji berê ve dizaniyan ku dergeheke Gola Wanê ya ber bi rojava ve hebû lê di serdema Pleistosenê de teqînên volkanîk ên Çiyayê Nemrûdê jeolojiya herêmê û pergala herikîna golê guherand.

LaCroix da zanîn ku ew texmîn dike ku piştî van guhertinên volkanîk bermahî di bin ava golê de mane.

LaCroix destnîşan kir ku Serdema Pleîstosenê bi qasî 11 hezar û 700 sal berê bi dawî bûye û hin çalakiyên volkanîk ên mezin ên li herêmê ji gelek demên berê ve dest pê kirine û dibêje ku divê ev avahî berî van bûyeran hatibin avakirin.

Eger ev şîrove rast be, dibe ku temenê bermayiyan di navbera 11 hezar 700 û 40 hezar salî de be.

Lê belê ne pêkan e ku bi awayekî serbixwe dîroka mînakên ji avahiyên binavî hatine girtin, bi 11 hezar 700 û 40 hezar sal berê were destnîşankirin.

Lê belê ti mînakên ku ji avahiyên binê avê hatine girtin, bi rêbazeke serbixwe nehatine dîrokandin ku nîşan bidin ev der 11 hezar û 700 an jî 40 hezar salî ye.

Angaşta ku dibêje ev avahî ewqas kevn in, ne li gorî lêkolînên rasterast ên arkeolojîk ên li ser keviran e, ev angaşt tenê bi şiroveyên LaCroix ên li ser dîroka volkanîk û jeolojîk a herêmê tên spartin.

Herêma derdora Gola Wanê xwedî dîrokeke dewlemend a niştecihbûnê ye ku bi hezaran salan vedigere.

Ji ber vê yekê, hin lêkolîneran berê pêşniyar kiribûn ku hin dîwar û avahiyên ku di bin golê de hatine dîtin, dibe ku yên Keyaniya Ûrartû bin ku nêzîkî 3 hezar sal berê li herêmê desthilatdar bûye.

Îhtîmaleke din jî ew e ku hinek ji avahiyan di Serdema Navîn de hatine çêkirin.

Her wiha hinek lêkolîner îhtîmala ku kevirên Urartuyî yên kevintir di avahiyên serdema navîn de ji nû ve hatibin bikar anîn jî dinirxînin.

Ji ber vê yekê, pêkan e ku avahî materyalên ji serdemên cuda dihewînin.

Ji ber ku li vê herêmê lêkolîneke berfireh a arkeolojiyê ya di bin avê de nehatiye kirin û dîroka rastî ya van avahiyan hîn bi temamî nehatiye zanîn, nîqaş hîn jî berdewam dikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin