Du jinên girtî yên siyasî yên Kurd li girtîgeheke Îranê ketin greva birçîbûnê

Du jinên girtî yên siyasî yên Kurd li girtîgeheke Îranê ketin greva birçîbûnê

Du jinên girtî yên Kurd li Îranê, Mûjgan Kawûsî û Sekîne Perwane ku bi tometên siyasî hatine girtin û niha li Zindana Êvîn a Tehranê ne, du roj e dest bi greva birçîbûnê kirine.

A+A-

Du jinên girtî yên Kurd li Îranê, Mûjgan Kawûsî û Sekîne Perwane ku bi tometên siyasî hatine girtin û niha li Zindana Êvîn a Tehranê ne, du roj e dest bi greva birçîbûnê kirine.

Mûjgan Kawûsî nivîskar û lêkolera Kurd, ji roja Çarşemiyê 2ê Îlona 2020 ve ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember binpêkirina mafên wê ji aliyê rêveberiya Zindana Êvînê ketiye grevê.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, Kawûsî ji ber ku desthilata dadweriya Îranê rê nedaye ku moletê werbigre û herwiha ji ber cudahiya regezî ya di navbera jin û zilaman de li zîndanê di dema axaftina girtiyên jin li gel malbatên xwe, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Mûjgan Kawûsî ku xelka Kelardeşta Mazenderanê ye, payîza sala bihorî û roja 27ê Cotmehê, ji aliyê hêzên îtlaata Supaya Pasdaran a Îranê ve bêyî belgeya yasayî hatibû desteserkirin û dageha şoreşê ya bajarê Sarî 76 meh û 15 roj cezayê zindanê bi ser wê de sepandibû, ku 36 meh ji wî hukmî dê bê cîbicîkirin.

Ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘piştevanîkirin li nerazîbûnên bajarên Kurdistanê’ li torên civakî, ji aliyê îtlaatê ve hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeha Rêxistina Îtlaatê ya Supaya Pasdaran a Sarî hatibû veguhastin.

Dadgeha Şoreşê ya Sariyê, ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘endamtiya hizbên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê’ 33 meh û bi tohmeta ‘handana xelkê bo têkdana nîzama giştî’ 30 meh û bi ‘propagandaya dijî nîzamê’ jî 6 meh cezayê zindanîkirinê lê birîbû.

Sekîne Perwane, jineke din a girtî ya Kurd e ku li Zindana Êvînê ketiye greva birçîbûnê, lê hêj sedema wê nehatiye zanîn.

Sekîne Perwane gotiye, payîza sala bihorî hêzên ewlehiyê yên Îranê bi tometa hevdîtina li gel malbata xwe li Herêma Kurdistanê, ew desteser kiribûn û piştî veguhastina bo girtîgehên Merîwan û Sine li Rojhilatê Kurdistanê, ew şandine girtîgeha Êvînê.

Parêzerê Sekîne Perwane, Peyam Dor-efşan ku niha ew bi xwe jî girtî ye û di zindanê de ye, pêştir gotibû, bi tometa hevkarî û endambûna di partiyeke Kurdî ya opozisyonê de 5 sal cezayê zindanê bi ser Sekîneyê de hatiye sepandin.

Sekîne Perwane, keçeka Kurd e ku di warên siyasî û parastina mafên jinan de çalak e û xelkê Xorasanê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin