Diyarbekir- Hewl tê dayîn ku Kela Zêrzewanê bikeve lîsteya UNESCOyê

Diyarbekir- Hewl tê dayîn ku Kela Zêrzewanê bikeve lîsteya UNESCOyê

.

A+A-

Piştî kolan û lêkolînên arkeolojîk li keleya 3 hezar sal qedîm Zêrzewanê dest pê kirin, diyar bû ku ew kela wek mîrateyeke mirovahiyê ya girîng e. Hêj destpêka kolandiinê be jî gelek berhemên ku hatine derxistin, ji aliyê dîrokî û çandî ve girîng tên nirxandin û ji her aliyê Cîhanê jî serdan ji bo kelayê tê kirin.

Kela Zêrzewanê hem ji ber ku parêzgeha Mîtras a ku herî li rojhilat e, lê ye û hem jî ji ber ku ji çand û dîroka şaristanî û civakan diyardeyan şênber dike, di salên dawî de bala Cîhanê dikşîne. Li Kela Zêrzewanê bi destpêka meha Adarê re kolandina sala heftan jî dest pê kir.

Berpirsê kolanên li Keleya Zêrzewanê Arkeolog Doç. Dr. Aytaç Coşkûn ragihand ku ev kela ji aliyê Împaratoriya Roma’yê ve teqrîben 400 sal hatiye bikaranîn û parastin. Loma jî ji pêşketinên zanistî, berhem û aletên ku wê serdemê hatine bikaranîn, rewşa aboriya serdemên cuda û ji hemû çandên civakî diyardeyan dihevîne. Lê hêj ji %1 jî nehatiye kolandin loma jî her ku bê kolan dê zêdetir balê bikşîne.

Doç. Dr. Aytaç Coşkûn diyar kir: “Kela Zêrzewanê sala borî di lîsteya demkî ya UNESCOyê de hat pajirandin û xebatên me yên ji bo ku Kela Zêrzewanê û parêzgeha Mîtrasê bikevin lîsteya mayînde jî didomin. Ji ber taybetiyên xwe yên girîng Kela Zêrzewanê, dê hem ji bo nasîn û bipêşketina Diyarbekir û heremê, hem jî ji bo dahateya geştiyarî dê gelek sûdbexş be.”

Di sala 2015an de Kela Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê ketibûn lîsteya mayînde ya UNESCOyê û heger ku Kela Zêrzewanê û parêzgeha Mîtrasê jî bo lîsteya mayînde ya UNECOyê bê pejirandin dê Diyarbekir li Cîhanê bibe bajarekî mînak ku 4 berhem û bermayîyên wê dikeve wê lîsteyê.

Her ku diçe navê Zêrzewanê û girîngiya wê jî zêdetir tê nasîn û ev jî serdanên ji bo vî ciyê dîrokî zêde dike. Geştiyar bi meraq û baldariyên xwe tên serdana vî şûnwarê dîrokî. Merve Ecebulduk a ducanî jî bi hevjîn û xuşka xwe re hatiye serdanê.


Merve Ecebulduk destnîşan kir: “Em ji Mêrdînê ne. Em ji bo kontrolên xwe yên tenduristî hatibûn Diyarbekirê û wexta ku me ew bipişt xist me got ka em biçin kela Zêrzewanê bibînin û em hatin. Ez hinek westiyam dema derketim jor, mêrê min got bo te zehmet nebe çûyîn, lê min xwest em bên û vî ciyê tarîxa xwe bibinim û tu tiştek jî nabe asteng. Hatin û gera vê derê xweş e.”


Kolandinên li Kelaya Zêrzewanê bi piştgiriya Wezareta Çand û Geştiyarî ya Tirkiyeyê di serî de, bi hevkariya gelek sazî, dezgeh û komeleyên fermî û civakî tê meşandin. Di sala 2019an de 420 hezar, di 2020an de li gel pandemiyê 170 hezar û îsal jî di 2 mehên destpêkê de 25 hezar geştiyar serdana keleya Zêrzewanê kirine.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin