Dilop li ser 'Li Rojhilata NavînSiyaset û Kurd' sekiniye

Dilop li ser 'Li Rojhilata NavînSiyaset û Kurd' sekiniye

.

A+A-

Kovara du mehane ya çand, huner û polîtîkayê Dilop bi hejmara xwe ya 17'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya sermawez-berfanbarê de dosyaya xwe li ser "Di Hevkêşeya Rojhilata Navîn de Siyaset û Kurd" amade kiriye. Arzu Yilmaz, Hişyar Ozsoy û Yusuf Karataş li ser meseleyê nîqaş kirine û analîzên xwe pêşk^şe kirine.

Ji nivîsên vê mehê du nivîsên li ser Dêrsimê hene ku ji van Sezai Sarioglu bi tirkî "Yirmi dort ayar sozluktur DERSİM" û Fewzi Bilge "Çîrokeke Dêrsimê" nivîsiye. Bariş Avşar bi ser qedexekirina lîstika NÇM'ê "Bêrû" re nivîseke bi sernavê Bêrû û împaratoriya ziman" nivîsiye û ji dîrokê mesele girtiye heta vir aniye.

Zeynep Yaş ku li ser muzîkê nivîsan dinivîse di vê hejmarê de bi sernavê "Kewê ribat: Mihemed Arif Cizîrî" li ser Cizîrî nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Ji hevpevyînan jî Mahir Yildiz û Felat Diljen ligel şanogerê ji Efrînê Îbrahîm Amîr re; Mela Mihyedîn jî ligel nivîskar Mesut Alp hevpeyvîn kiriye.

Şerîf Karataş ligel akademîsyen Zeynep Turkyilmaz; Metîn AYdin jî ligel peykersaz û wênesaz  M. Latif Saglam  axiviye. Di vÎ warî de Sertaç Kayar jî ligel zenaetkarê mêrdînî Şeyhmus Kaynaka hevdîtin kiriye û nivîseke li ser wî û hunera wî pêşkêş kiriye.

Îbrahîm Amîr, Ayhan Erkmen, H. Tumanyan (Werger: Cazimê Celilî,  Latînîzekirin: Ferîd Demirel), Muslum Aslan, Zeyneb Yaş, Veysi Ulgen, Mehmet Bayrak, Rûbar Dîndar, Zeynep Turkyilmaz, Ragıp İncesagir Yunus, M. Latif Saglam, Helîm Yûsiv, Sertaç Kayar, Omer Leventoglu, Elif Eser bi nivîsên xwe, Muslum ASlan û Evîn Guneş bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.

Ji bo têkilî:

Telefon: 0543 488 69 96

E–mail: [email protected]

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin