Di bîra zarokatiyê da Huseynî

Di bîra zarokatiyê da Huseynî

.

A+A-

Çayan Okudici

Helbesta me ya ewil “Bûka Êgir” e. Helbest têra xwe dirêj e. Riste kin in. Kirdeya helbestê çiqas ne diyar be jî li derdora “Hekarê” diçe û tê. Navenda helbestê Hekarê ye û kevokên xwe ji wir bervî azadiyê va firadiye. Çar perçeyên welat digere bi hêza usluba epîk quncik bi quncik seriyek lêdaye. Me di nivîsa xwe ya ewil da anîbû ser ziman; helbesta Huseynî bi derva girêdaye. Serdema helbestê bi sembolên “destpêka şoreşê” hêma dike.

Çaxê helbest bi temamî tê xitim kirin atmosferek kelecanî li rûye xwîneran dixe. Helbest ast bi ast çaxê ji hev dikeve li hemberî me sê esman vedibin: kelecanî, gazîn û serkeftina hêviyê. Bi bîranînên zarokatiyê, helbest reng diguherîne. Hin cihan da di zarokitiyê da asê bimîne jî dinyaya ku helbestkar tê da jiyaye dide destê me. Helbest bi tolhildanek vedibe; “Bagera tozê, Romî û kûrekûr/Serbazên çavsor, psîkopat/Rimbazên bêcir î bigincir/mirin”. Vegotina helbestê dawiya risteyan lihevanîne şopa helbesta klasîk tîne pêşiya me. Jixwe helbestkar di hevpeyvîneka xwe da tesîra seyda Cegerxwîn eşkere dike. Lê ev forma dengê klasîk rîtma helbestê naxîne, di ser da helbestê kom dike. Çimkî helbestên dirêj tahlûke ye û xwîner jê dûr dixe. Ev lihevanîn nefesê dide helbestê; piştî seyranek dirêj û berfireh wek bêhn dane meriv dikare bi nav bike; “bext dane te/rext dane te/next dane te” û “ne dawiya qîrînê be/ne mizgînxêra evînê be/ne goşiya çinînê be/ne xewna ax be/ne bûka taxe be”. Çawa bi peyva “te”yê lihevanîn bi “be û ne”yê jî dîsa lihevaniye. Ne tenê ev hersê peyv henin bi tîpa “î” jî bo rîtma helbestê Huseynî gelek caran bikaraniye. Bo serdema nivîskar ev uslub destnîşana bo helbesta kurmancî di kîjan astan da derbas bûye dide der.

Seydayê Tîrêj di hemû helbestên xwe da dengan lihevaniye. Jixwe bo helbesta Seyda Tîrêj helbest deng e. Dîsa Seyda Cegerxwîn bi forma çarîn helbestên xwe neqiş kiriye. Wek derenceyek li ser lihevanînê mezin bûye û bênavber meşiyaye. Jixwe kurmancî zimanek xweş herikandin û fonetîk e. 

Helbest çaxê diweste peyva “Hekarê” digîhije hawara Huseynî. Ev jî nimûneyên dubare kirina “deng”an e û di helbestên dirêj da ji xwe re cîh çêkirinek çawa dîtiye dide destê me. Di helbestê da em gazînek nebinketî dixweynin, gazînek xweliya ku hatiye raxistin ji binî rabûne/daweşandine hêma dike. Ka em hin risteyên cur bi cur ji helbestê bixweynin; “De rabe Hekarê/li te gunehkarê/şevbuhêrka te”. Risteya “de rabe Hekarê” di helbestê da cihek taybet da hatiye rûniştandin. Bi gazînê re dîrokê dikole û bîrdixe ka tu kî û kê yî; “Ne dilşad û ne dilşîn in/şagirtên serdema ceger bi xwîn in”.

Kodên ku kevneşopiya kahremaniyê tê nasîn bi bîr dixe. Lê dev ji dinyaya nûjen jî bernade; “dîroka te nû ye…”. Û kirde dest bi nivîsandina dîrokek nû dike; “Rojhilat di xeftanê te de asê bûye!/Rojava di çepkên te de çêbûye!/Bakur ketiye paş çeperên şevê!/Başûr bûye leheng û hozanê revê”. Carcarna pirs li benda bersiva xwîner jî dimîne. Ev rê û rêwanî terza Sokratesê jî bi bîr dixe. Pirs-bersiv-pirs. Yanî bi pirs re pêşvaçûnê vedike. Helbestkar dersa helbest çawa tê nivîsandin bêhemdî xwe dide pêşiya xwîneran û di ser da jî xwenda kiriye şirîkê xwe; “Rabe bo min bêje:/kîjan stranê di bin çermê xwe de veşêrim”. Hevoka “rabe bo min bêje” dinavbera xwîner û nivîskar de pirek amade kiriye. Ji xeynî vana helbesta “Bûka Êgir” çend formên helbesta modern jî di xwe da hewandiye. Ger em ev helbesta sala 84an da hatiye nivîsandin bi nav bikin polîtîk-epîk û polîtîk-lîrîk e. 

Bêşik helbesta modern li gor helbesta klasîk bêhtir xwe spartiye risteyan. Lê helbesta kurmancî û destpêka modernîzma wê li ser risteyan bêhtir li ser meseleyek hûr bûye. Meseleya sereke jî azadiya ax û welat e. Desteyek temamî dide me yan jî helbest bi vê rêyê çîrokek dixwaze bide pêşiya me. Bi taybetî guhartinên civakî û polîtîk di ser da jî zordestiya bi dema xwe re dengê helbestê bi retorîkbûnê bilind bûye. Piştre lîrîzmek bêdeng hikmê xwe daye şopandin. Huseynî bi helbesta xwe ya modern bi kevneşopiya çandî û estetîkbûnê, bi kirasek xweser dirûtiyê be jî her tim bihinartina çanda kevneşopiyê bi bîr xistiye. Çimkî gelê Huseynî dîrokek ne nivîsandiye dîrokek jiyaye. Her car devletên serdest ji kurdan re dîrokek derew ji rastiyê dûr û bo tinekirinê honandiye. Dîroka me ya devkî heta roja me çi bibîranên şexsî çi dîwanên helbestkaran çi bi terza dengbêjan gihiştibe roja me û di raportên dîplomatên biyanî da mixabin me dîroka xwe ji wan xwendiye û jê hay bûne. Destan û efsaneyên me lehengên ku bûne dîrok; rê destnîşan kirine. Di serî de Ehmed Huseynî helbesta xwe diyar kiriye û ji xwîneran ra ew ê rêyek çawa li pişt xwe bihêlin û ew ê leqaye çi bibin daye hîs kirin. Di berheman da nivîskar gelek caran silav û diyariyan kiriye ji dîroka xwe ya ne hatiye nivîsandin. Ev silav jî li ser lehengên dîrokî va meşiyaye yan jî bi rêya sembolan pêkhati ye. Zîn, Mehabad, Qazî, Qamîşlo, Amed, Kawa yê Hêsinkar, Melayê Cizîrî, Xanî û hwd. 

Helbesta lîrîk di krîtera diyarkirî da firseda zimanek xweser dide nivîskaran. Usluba lîrîkbûnê îmkana xweseriyê dide. Meriv bi serê xwe be jî otonoma ferdî xurt dike û wek fermanek dinasîne. Huseynî li ser ziman gelek serkeftiye. Ziman û helbestkar di berheman da ketine nav şerek pozîtîf her du alî jî hunera xwe bi destê vekirî dane berhev. Ne ziman xwe veşartiye ne jî helbestkar timatiyê kiriye. Çiqas ziman di berheman da hatibe xwarin, ziman ew qas singê xwe vekiriye li ber şi’r. Wek madenek bê şert û merc ziman lêkolînê û kolandinê daxwaz kiriye û bi vê daxwazê kirde bi çakûç û tevşoyê xwe peykara xwe neqiş kiriye, rakiriye ser lingan. Bandora şi’ra Huseynî li ser nifşên piştî xwe bi lîrîzma xwe ya xweser tesîrek hiştiye. Vêga lîrîzma helbestkar hê jî dimeşe û li ser helbesta nifşên nû didome. Ger em mînakek bidin Rênas Jiyan û bingeha lîrîzma wî da kodên lîrîzma Huseynî dide destê me. Ji xeynî lîrîzma wî di nav wext û mekanan de cîh gunartina lez û bez em şopên Huseynî dibînin. Bi min tiştek muazame ku Huseynî jî ji Rênas Jiyan îstifade kiriye. Piştî helbestên 2008an ku Huseynî nivîsiye em hin risteyan da eksbûna Rênas Jiyan dibînin. Ev riste; “Neynûkên te di deştên dilê min çeregehên xwe wenda dikin”.  Mekanan zû terkkirin/guhertin wextên ku ketine nav şer ne umra wan daye dil bi kîjan alî va bixwaze diçe û hey diçe.

Riste çiqas dilnizmî destnîşan bike ew qas jî li jor fermanan dide. Ev ferman jî bo hişyarkirina gel e. Helbestkar şahîdiya berxwedanê dike û têkoşînê tomar dike. Huseynî hem xwe hem jî hunera xwe di xizmeta civaka xwe da bêbersiv û bêşert bikaraniye. Jixwe rihê helbesta kurmancî ti car ji “hişyarkirinê” veneqetiya ye. Çimkî di deste me da bo hişyarkirinê zêde navgîn nebûye. Dîsa di klamên şoreşî da ev hişyarkirin gelek bi bandor bû û serkeftibû. Lê ev serkeftin bo wêjeyê meriv nikare bi dilek rihet bîne ser ziman. Wêjeya Kurd mixabin di nav odayek da li ser maseyek da maye. Di nav gel da edebiyat xuya nake û bandora wî dornasê/sînor kiriye. Şikir ji wiya re jî nivîskar me bêhtir dibin û xwînerên kurmancî her diçe zêde dibe. Bi min du nifş paşê li ser maseyên ciwanan wêjeya me ew ê bê axaftin, bê nirxandin û were rexnekirin.      

Êdî ne mimkune ku peyvek û hevokek di maneya xwe ya ewil de asê bimîne. Ji hevokek m’ne li ser maneyan vedibe û tu dibê qey wate dibare ser xwîneran. Yek ling yek rê yek nêrîn bi post-modernîzmê va hilûhor bûye. Resmên ku tê çêkirin û bi giştî hunera plastîk da perspektîfên do îro ya betal bûye yan qalikê xwe daweşandiye. Li ser helbestek do tiştê ku hatine diyar kirin îro li ser zêde dibe û berhemek “nemir” û “radîkal” bi destnîşankirinên dost û seydayan nay diyarkirin. Berhemek ger bi her nifşî mezin bibe û were nirxandin, ew berhem her tim benda alîkariya hişek nû ye bo zayînên nû. Bo wî jî post-modernîzm ne tenê li ser hunerê bandora xwe xurt kiriye bi her alî va gav bi gav xwe xurt dike û ev pergal bênavber didome. Do bi hêstên ji nişkavahî riste hatin rêz kirin û bo kirde ew helbest hêst bû. Berhemek yan jî tabloyek êdî her roj ewê ya mezin bibe bi xwînerên xwe ra yan jî ewê jê xwe bikeve û di nav wext da hilûhor bibe. Ti tişt weka xwe namîne. Do siyaseta ku li Bakûr îcra dikirin îro betal bûye. Dinya dibe gundek biçûk û bo mirovan jî êdî dinya têr nake ku berê xwe da fezayê. Ma trajediyên do îro ne bûne pêkenok? Evînên do çi qas bi êş derbas bivin jî îro bûne maziyek-manzareyek şêrîn yan jî bûne sedama poşmaniyek. Çaxê min helbesta Huseynî temam kir, pirsek bi xwendinê ra di hiş de jixwe hêlînek avakiribû. Gelo îcap dikir Huseynî ewqas helbest binivîse û di ser da dirêj bike? Ji vê roje çaxê min bersiva pirsa xwe da; “îcap nedikir” bû. Lê bi xiyal û nêrînên wê rojê, rihê wê dem û dewranê, têkoşîn û têkoşeriya wan rojan helbest çaxê hatine nivîsandin “îcap dikir” û bi min kêm hatiye gotin jî. Çimkî destpêkirina serdema helbestkar ne serdemek sivik e. Me li jor diyar kiribû bi her alîva serdemek dijwar û têkoşînek li dijî dijminên gel “Xençer”a Celadet Bedirxan tûj kiriye û dengê Leyla Qasim bi formek nû li ser deşt û çiyayên welat olan daye. 

Di Berhemên Giştî-Iê da îmgeya me ya sereke: serîrakirin, têkoşîn, hişyarkirin, hêviya serketinê, bi rastiya civakê va hatiye honandin. Uslup û forma helbestan da helbestkar destê xwe sivik nehiştiye. Helbestên bi tehma rastnivîse hatine nivîsandin gelek in. Atmosfera serdema xwe bi sembolan, bi dîroka nêzî va tiştên ku qewimîne anî ser ziman û ji hêza destanan jî îstifade kiriye. Huseynî di hevpeyvîna xwe da -di Berhemên Giştî-II da/Mezlûm Dogan û Serkan Brûsk re- wisa dibêje; “Me li her cihekî navek li pey xwe dihîşt, navên me jî navên qehremanên dastanan bûn, navên qehremanên çîrok û serpêhatiyên diyên me bûn”.

Helbestên serdema ewil şopên zarokatiyê û xiyalên ku ji van rojan ma ne hin caran serî derdixe. Huseynî didomîne; “Hiş û bîra zarokitiyê her gav bi me re dijî, sal bi sal dengê gurmîna wê teqînê; teqîna bîrê, dijwartir dibe, me bi xwe re vedigerîne zorbazî û desthilata gawirane û ebedî ya wê jiyanê bi xwe”. Di bingeha hêma kirina bajerê “Amûdê” da zarokatiyek nehatiye jibîrkirin heye. Hebûn heye, xiyal heye, evîn heye, hesret û dayik heye. Kin û kurtasî welat heye… Zimanê helbestkar ji nêrbûnê dûr e; çaxê bi devê nêrbûnê va vegotinek were ser ziman jî ahenga wî ji dest bernedaye. Axaftinên li ser text ne bi rihê nêrbûnê hatiye vegotin, bi dilê destanî hatiye honandin. Ewê nivîs bajo…  

GazeteDuvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin