
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
.
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan a Sûriyê, li ser rewşa Siwêdayê ku di navbera hêzên Durzî û çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyê de şer berdewam dike, daxuyaniyek belav kir û daxwaza parastina navdewletî ya bilez kir.
Di daxuyaniya Serokatuya Durzsiyan de hate diyarkirin, Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan bi tu awayan qebûl nake ku hêzên ewlehiyê, di serî de Ewlekariya Giştî û Heyet Tehrîr El Şam, bikevin nava herêmên Durziyan û hate gotin, “Endamên van koman doh bi şev bi hinceta "parastinê" ketine sînorên îdarî yên Siweydayê, lê di rastiyê de wan "gundên sînorî yên ku sivîl lê dijîn, topbaran kirin û bi çekên giran û dronan piştgiriya leşkerî da çeteyên tundraw”.
Serokatiya Rûhanî destnîşan kir ku tiştê qewimî "êrîşeke rasterast a li ser gel û axa me ye” û tekez kir her aliyekî ku beşdarî van operasyonan dibe yan jî dixwaze hêzên ewlehiyê bi hincetên cuda bixe nava deverên Siwêdayê, berpirsyarê van êrîşan e.
Serokatiya Rûhanî ya Civaka Durziyan di dawiya daxuyaniyê xwe de banga lezgîn a destwerdana navdewletî ji bo parastina sivîlên li Siwêdayê, rawestandina rijandina xwînê û rawestandina tundiya li dijî sivîlên civaka Cebel El Ereb kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin