Konsulê Fransayê mizgînî da: ‘Em dê li Parîsê Meydana Pêşmerge vekin’

Konsulê Fransayê mizgînî da: ‘Em dê li Parîsê Meydana Pêşmerge vekin’

.

A+A-

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku Fransa xwedî daxwazeke mezin e ji bo pêwendiyên bi Kurdistanê re û her wiha diyar kir ku ew dê li Parîsê ‘Meydana Pêşmerge’ vekin.

Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem di merasîma Roja Niştimanî ya Fransayê ya li Hewlêrê de axivî.

Merasîm bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li Hewlêrê hat lidarxistin.

Yann Braem di gotara xwe de amaje pê kir ku ji ber wan aloziyên ku li herêmê rû dan ahenga wan a îsal di rewşeke taybettir de ye loma aheng “di bin navê aştî û piralîbûnê de ye”.

Banga aştiyê û parastina aramiyê

Konsulê Fransayê Yann Braem ragihand:

“Ahenga vê êvarê nîşaneya daxwaza me ya temam e ji bo vegera ber bi asayîbûn û aramiyê ve.

Her wiha nîşaneyeke ku çi qasî girîng e Îraq û Kurdistan ji aloziyên herêmî û navneteweyî dûr bin û bên parastin.”

Braem da zanîn ku daxwaza aştiyê ya ku 80 sal berê li ser bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî ji dayîk bûye, divê bibe hêza palder a hemû aliyan û tekez kir:

“Fransa ji bo garantîkirina ewlehiyê ji bo hemûyan û mafan ji bo her takekesî, li ser vê yekê kar dike.”

Dostaniya kûr û piştgiriya dîrokî

Braem amaje bi rola dîrokî ya Fransa û Neteweyên Yekbûyî ya di piştgiriya gelê Kurdistanê de kir û got:

“Gelê Kurd ji her kesî baştir ji rola girîng a Neteweyên Yekbûyî fêm dike û ev jî piştî pesendkirina biryara 688an a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Her wiha gelê Kurd dizane ku dostên wan, di rêza yekem de Fransa, çi qasî xwedî li daxwaza aştiyê derketine.”

Konsulê Fransayê tekez kir ku ev dostanî sala borî jî “careke din hêz û qayîmbûna xwe nîşan da”.

Pêwendiyên piralî û çalakiyên sala borî

Yann Braem kurteyek derbarê kar û çalakiyên sala borî yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir ku ev in:

“Di warê siyasî de: Piştgiriya hilbijartinên serkeftî yên Parlamentoya Kurdistanê û yekrêziya Kurdan, her wiha serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot a Hewlêr û Bexdayê.

Di warê çand û perwerdeyê de: Vekirina Quncikê Fransî yê li Zanîngeha Kurdistanê, xula zimanê Fransî ji bo 15 efserên Pêşmerge û piştgiriya dibistanên Danielle Mitterrandê yên li Hewlêr û Silêmaniyê.

Di warên din de: Destpêkirina hevahengiya di warê parastina sivîlan de û destpêkirina lêkolîn û pişkinînên şûnwarî.

Di warê aboriyê de: Birêvebirina Foruma Yekemîn a Aborî ya Fransa-Kurdistanê li Parîsê û beşdariya şandeya herêmê ya di Foruma Fransa-Îraqê de.

Meydana Pêşmerge li Parîsê

Konsulê Giştî yê Fransayê “paşerojeke geş” ji bo pêwendiyên her du aliyan xêz kir û ragihand:

“Bawer bin ku em ji bo pêwendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê de daxwazeke mezin hildigirin û ji bo sala nû jî gelek derfetên din hene ku em vê hevpariya di navbera xwe de xurttir bikin.”

Yann Braem mizgîniyek da û got, “Bi taybetî jî ez li ser vekirina fermî ya Meydana Pêşmerge ya li Parîsê difikirim.”

Konsulê Fransayê spasiya hemû aliyên Kurdî û Fransî kir ku di xurtkirina pêwendiyan û serkeftina kar û çalakiyan de hevkar bûn, ji sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire heta sektora taybet û rêxistinan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin