
Dijeterora Kurdistanê: 2 dronên bombebarkirî hatine xistin
.
A+A-
Dijeterora Kurdistanê ragihand, dronan Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û Kêlgeha Petrolê ya Xurmeleyê kirine armanc, lê ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Dijeterora Kurdistanê ragihand, îro Duşemê, 14ê Tîrmeha 2025an, di demjimêr 20:20 û 20:25an de, du dronên bombebarkirî li Kêlgeha Petrolê ya Xurmeleyê hatine xistin.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku herdu dronan ti ziyaneke canî bi xwe re neanîne.
Dijeterorê beriya vê daxuyaniyê jî ragihandibû ku "saet 02:20 serê sibeha îro Duşemê, li nêzîkî Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, droneke bombebarkirî hatiye xistin."
Di daxuyaniya derbarê êrîşa sibehê de jî hatibû gotin, ti ziyanên canî û madî çênebûne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin