Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket

Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket

.

A+A-

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Durziyan û Erebên Bedewî de derketin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di van pevçûnan de 50 kes hatine kuştin û nêzîkî 100 kesî jî birîndar bûne.

Li gorî SOHRê agirê şer gihiştiye Rojavayê Kurdistanê û aloziyên çekdarî li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê jî belav bûne ku di bin dagirkeriyê de ye.

Çirûska şer ji kû ve hat?

Bûyeran roja şemiyê dema ku komeke çekdar a Erebên Bedewî (Çolî) li ser rêya Şam-Siwêdayê ciwanekî Durzî yê bi navê Feyzlulah Deware revand dest pê kir.

Li gorî agahiyan, otomobîl û pereyê wî jê hatine standin, ew hatiye desteserkirin û heqaret lê hatiye kirin.

Piştî berdana wî, ev bûyer bû sedema hêrsa Durziyan û wan jî wekî bertek dest bi revandina endamên Erebên Bedewî kir.

Birêvebirê Ragihandinê yê Siwêdayê Murehf Şaîr ji Rûdawê re ragihand ku heta êvara yekşemê hejmara revandiyan gihiştiye 24 kesan.

Pevçûnên polîs û eşîran

Ji bo kontrolkirina rewşê, hêzeke polîsên xwecihî li ser rêya Şam-Siwêdayê xaleke kontrolê danî lê komeke çekdarên Bedewî êrişî wan kir û şer di navbera wan de jî derket.

Birêvebirê SOHRê Ramî Ebdulrehman li ser bûyeran ji got:

"Çekdaran çend guleyên hawanê avêtin derdora gundê 'Sûre Kebîre' û wan hewl da ber bi xala kontrolê ve bi pêş de biçin."

Amarên dawî: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama şer û pevçûn û bombebaranên li taxa Meqûsê ya li rojhilatê bajarê Siwêdayê û deverên din ên parêzgehê de bi giştî 64 kes hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji kuştiyan nêzîkî 48 kes Durzî ne (du ji wan zarok in, jinek jî heye), 10 kes ji Erebên Bedewî ne û 6 kes jî ji hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ne.

Her wiha nêzîkî 100 kesî jî birîndar bûne.

Hikûmeta Sûriyeyê hêzê dişîne herêmê

Ev li Siwêdayê piştî pevçûnên Nîsan û Gulana borî ku di navbera Durzî û hêzên ewlehiyê de bi dehan kuştî li pey xwe hiştibûn yekem bûyera mezin e.

Hikûmeta Sûriyeyê ji şeva borî ve ji bo kontrolkirina rewşê dest bi şandina hêzên zêdetir kiriye.

Agirê şer gihişt Hisîçayê

Li bajarê Serê Kaniyê ku dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Hisîçayê, şer û pevçûn di navbera komên çekdar ên Hemzat û Sultan Murad de derket.

Li gorî agahiyên SOHRê şer li taxa Nifûsa Kevn a li navenda bajêr û li ser operasyoneke diziyê dest pê kiriye.

Hat ragihandin ku her du aliyan çekên giran û hawan bi kar anîne ku ev yek bûye sedema tirs û xofeke mezin a di nava xelkê sivîl de.

HSD êrişên li Siwêdayê şermezar dike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê şer û êrişên li Siwêdayî daxuyaniyek weşand.

HSDyê êriş şermezar kirin û wiha got:

“Em êriş û binpêkirinên domdar ên li gund û bajarokên parêzgeha Siwêdayê şermezar dikin ku di encamê de hejmareke kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan mal û mezreyan sivîlan hatin şewitandin û wêrankirin.

Êrişên domdar ên li ser gelê me yê Siwêdayê û tengavkirina domdar ên jiyana wan, çûn û hatin û xwestekên wan, ji bo me çavkaniya fikaran e. Di heman demê têkbirina hêviyên Sûriyeyiyan e.

Em banga agirbestê û garantiya ku ev êriş dubare nebin dikin.

Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê derfet li pêşiya însiyatîvên nîştimanî were vekirin ku li gorî hêviyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê be.”

Sînem Mihemed: Hikûmeta Sûriyeyê nikare rewşê kontrol bike

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemedê li ser aloziyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

“Niha di nava Durziyan de şer û alozî heye, di nava Elewiyan de jî heman tişt e.

Li Heleb û Humsê jî kontrola hikûmetê nebaş e û hêzên wan nikarin aramiyê biparêzin.”

Sînem Mihemedê amaje bi wê yekê jî kir ku Amerîka dixwaze rêkeftina di navbera HSD û Şamê de bilez were bicihanîn.

Hewldanên ji bo rawestandina şer

Birêvebirê Ragihandinê ya Siwêdayê Murehf Şair tekezî li ser hewldanên aştiyê kir û got:

“Ji aliyê rûspiyan û Hikûmeta Sûriyeyê ve ji bo kontrolkirina rewşê hewl hene.

Rêbertiya ruhanî ya Durziyan bi nûneratiya Serokê Mezhebî yê Durziyan Şêx Hecerî daxuyaniyek belav kir û daxwaza rawestandina pevçûnan kir.”

Her wiha ji aliyê eşîran û Şêx Hemûd El Henawî û Parêzgarê Siwêdayê ve jî daxuyaniyên cuda ji bo rawestandina şer û parastina aştiya civakî hatin belavkirin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin