Dewleta Tirkiyê li Diyarbekirê dixwaze navê Meydana Şêx Seîd biguhere

Dewleta Tirkiyê li Diyarbekirê dixwaze navê Meydana Şêx Seîd biguhere

Dewleta Tirkiyê li Diyarbekirê dixwaze navê Meydana Şêx Seîd biguhere

A+A-

Li Diyarbekirê, dewleta Tirkiyê bi projeya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê, dixwazin navê Meydana Şêx Seîd a ji ber ku Şêx Seîd li vê meydanê hatibû daliqandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2014’an de navê qadê kiribûn “Meydana Şêx Seîd” biguherin.

Li Diyarbekirê Meydana Şêx Seîd (Meydana Deriyê Çiyê) a li ber bircên Diyarbekirê ye, bi projeyeke ji aliyê Wezareta Derdor û Bajarvaniyê ve, tê xwestin di demek kin de were veguherandin.

Navê “Projeya Meydana Deriyê Çiyê” lê hatiye kirin û Parêzgariya Diyarbekirê û Wezaret dê bi hevkarî bi rê ve bibin. Di çarçoveya projeyê de 51 dikanên li Sûka Selahattîn Eyyûbî yên di bin erdê de, wê werin îstîmlaqkirin. Ji bo projeyê 10 milyon TL hîbe hatiye veqetandin. Mala Artêşê (Orduevî) ya li ber meydanê, wê were xerakirin. Avahiyek kevnare ku li ber Meydanê ye û wek Sînemaya Dîlanê tê zanîn û ku tomarkirî ye, dê were restrorekirin. Herwiha, dê avahiyên din jî werin îstîmlaqkirin û qad were mezinkirin. 

Meydana ku tê xwestin veguherînin ji bo şêniyên bajêr û gelê Kurd xwedî bîrek dîrokî ya girîng e. Şêx Seîd û 46 hevalên xwe yên di Dadgehên Îstîklalê yên Şerqê de hatin darizandin, li vê meydanê hatibûn darvekirin. 

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm, tê xwestin navê fermî yê meydanê ku Şêx Seîd e, were guhertin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin