Mamosteyê Mezin Mehmed Emîn Bozarslan Çû Ser Dilovaniya Xwe
Îbrahîm GUÇLU
Ez û em wek malbat gelek xemgîn in ku Mamosteyê Mezin jiyana xwe ji dest daye.
Mamoste û nivîsksr û lêkolîner Mehmet Emîn Bozarslan, jiyana xwe 9ê Sibata 2026-an de ji dest da.
Em di salên 60yî de mamosteyê me bû.
Em dema ku ciwan bûn, pirtûkên wî yên naverok girîng, em ronî kirin.
Wî di salên 70yî de li ser ziman û çand û edebiyad a Kurdî xebatên hêja pêk anî û me jî, ji wan xebatan sûd wergirt.
Em bi xebata wî ya di derbarê Mem û Zînê û Elîfbe ya Kurdî û gelek pirtûkên de perwerde bûn.
Wî wergere gelek pirtûksn jî kir.
Em bi wî re bûn Hevxebata Doza Kurd- Kurdistanê.
Em Kurdperwer, damezrênêr û berpirsê DDKOyê bi wî re di dema Derbeya Leşkerî ya 12ê Adarê de bûn hevalên girtîgeha leşkerî ya Diyarbekîrê.
Em bi hev re bi mehan bi hev re di hicreyan de man.
Me bi hev re li dijî Derbaya Leşkerî û Zulma Berpirsên Girtîgehê têkoşîn meşand.
Me bi hev re li Dadgeha Leşkerî cûda be jî, parêznameyên siyasî pêşkêş kir; li dijî tuneqebûlkirina Kurdan ya dewletê, hebûna neteweya kurdan û mafên neteweya Kurd parast.
Em di pirtûkên wî de bûn aktor.
Ew di xebata zimsn û çand û edebiyata kurd de ekoloke û nivîsksr û lêkolînerekî taybet e.
Dema mirov derbarê jiyana Mamoste Mehmed Emîn Bozarslan û xebatên wî de dest bi nvîsê bike, bi salan nivîs didomîne û bi dehan jî divê pirtûk bên nivîsandin.
Ew behra ziman û çand û edebiyad a Kurdî û Kurdistanê ye.
Li Ewxrûpa-Swêdê jî li Bajarê Uppsalyê û Stockholmê jî pêwendiyên nme gelek baş û nêzik bûn,
Ez beşdarî gelek semîner û konferansê wî bûm.
Mamoste Bozarslan, di xebata xwe de xwediyê didîplîna medreseyê bû.
Dî danûstandê xwe de jî heman disîplîn didomand. Loma jî ji bona ku bi wî re însan bixwaze ku danûstandinê bikin, divê beriya çend rojan ji wî randewû bê girtin.
Lê wî ji bona malbat a me û şexsê min, ew pîvana bi kar nedianî.
Li mala wî û xwişka Fatmeyê derfeta me çêbû ku em gelek mijaran biaxivin.
Bi kûr û keçêm wî re jî pêwendiyên me gelek baş bûn.
Serê malbat û dost û hezkirên wî, miletê me sax be.
Sebr bibe para malbat û hexkirên wî û miletê me.
Diyarbekîr, 10. 02. 2026

