Desteya Avê ya Hesekê bêdengiya civaka navdewletî li hember qutkirina ava bajêr rexne dike

Desteya Avê ya Hesekê bêdengiya civaka navdewletî li hember qutkirina ava bajêr rexne dike

.

A+A-

Ji 24 rojan ve, xelkê bajarê Hesekê û derdorê ji ava wêstgeha Elokê bêpar in. Qutkirina ava Elok ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê nêzîkî mîlyonek kes tî dihêle. Desteya Avê ya Hesekê jî bêdengiya civaka navdewletî û helwesta Rûsyayê rexne dike

Nişteciyên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji 24 rojan ve li pey hev ji dest bêaviyê dinalin. Wêstgeha Elok li rojhilatê Serê Kaniyê, ku çavkaniya sereke ya avê ye ji bo bajêr û derdora wî, ji aliyê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê careke din hatiye rawestandin.

Niştecih neçar in avê bi tankeran bikirin, lê welatî gazinan hem ji buhabûna wê û hem jî ji pîsbûna wê dikin.

Ferhan Ibrahîm, welatiyekî Hesekê dibêje: “Av herî girîng e. Av wekî nan e, bê av, em şerpeze bûne, ev ji bo şûştinê û ji bo vexwarinê. Pêwîstiya zarokan bi şûştin, xwarin û vexwarinê heye. Em şerpeze bûne. Em ji tankeran dikirin. Tanker bi 4 hezaran, bi 5 hezaran, 3ê xezanên me hene, herî kêm 132 hezar lîre dike. Her 3-4 rojan, divê em 12 hezar lîre avê bikirin. Bi ser de jî av xirab e. Pîs e. Nayê vexwarin, niha 2-3 kes ji ba me li nexweşxaneyê ne, li jêr sîroman in. Bi sedema vê avê.”

Mehmûd Ehmed, akinciyekî din ê bajarê Hesekê jî diyar dike: “Pêwîstiya her malekê rojane herî kêm bi 2-3 bermîl av heye. 200-300 lître, ev tiştekî pir normal e. Tu dizanî ji bo xweşûştin û bikaranînê. Bi ser de jî elektirîk hat ser me. Qutkirina elektirîkê. Pişkdarî jî bi heman şêweyî ye. E,m pişkdar in. Ji demjimêr 4 heta 12ê nîşev, ev 3-4 roj in, em bê elektirîk in. Yanê rewşa me pir pir xirab e.”

Hin tîmên xwebexş hewl didin avê ji bo malbatên herî hejar dabîn bikin. Lê şiyanên wan tîman li gorî pêdawîstiyên hezarên malbatan bi avê ne.

Elî Jîto, Serokê Tîma Hêvî radigihîne: “Li gor şiyanên xwe em avê dabîn dikin, li gor derfetên ku li ber destê me hene. Bi rastî, piştevanî xweser e ji bo herdu tîman, da ku em tiştekî ji bo xelkê xwe li Hesekê pêşkêş bikin. Em alîkariyê pêşkêşî malbatên herî hewcedar dikin. Malbatên ku nikarin bikirin. Ewên ku berî kirîza avê rewşa wan xirab bû, vêça niha jî ku av pir buhaye rewşa wan xirabtir e. Destpêşxerî berdewam in ji dema ku av li ser Hesekê qut bûye.”

Desteya avê ya Hesekê rexneyê li bêdengiya navdewletî û helwesta Rûsyaya garantor digire û hoşdariyê ji karesateke mirovî dide.

Hevserokê Desteya Avê ya Hesekê, Nîdal Mehmûd da xuyakirin: “Eger herdu fakterên qutkirina avê û petaya Corona tev li hev bûn, ev wekî jînosayida biolojîk tê hejmartin. Wekî terorîzma Dewletê bi hemû binemayên xwe tê hejmartin di derheqê xelkê me li Hesekê. bêdengî reha ye, çi ji aliyê rêxistinên navdewletî be, çi jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî be. Heta niha desttêwerdan tune ye ji bo bikarxistina Wêstgeha avê. Kanî garantor? Garantorê Rûsî ku digot divê wêzgeh kar bike û hatina avê berdewam be. Ev 24 roj in. Heta kengî emê li bendê bin ku Wêstgeha Elok kar bike? Welatiyên Hesekê pirs dikin: Çi rola garantor heye ji bo bikarxistina wêzgehê ege 24 rojan av qutkirî be? Ew çi bazar in ku li bendê ne heta ku Wêstgeha Elok bê bikarxistin?”

Qutkirina ava Wêstgeha Elok ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, bandorê li jiyana nêzîk 1 milyon kes dike ku nişteciyên bajarê Hesekê û navçeyên bi ser ve ne. Gelek alî berpirsiyariya qutkirina avê dixin stûtyê Tirkiyê, ji ber ku ew grûpên çekdar li jêr ferman û biryarên wê ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin