Dêrsîm- Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn

Dêrsîm- Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin bîranîn

.

A+A-

Bi boneya 83 saliya salvegera îdamkirina rêberê Dersîmê Seyîd Riza Seyîd Riza û hevrêyên wî, li Dêrsimê çalakiyeke bîranînê birêveçû.

Îro roja yekşemê 15.11.2020an Platfoma Hêzên Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê bi boneya bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî ku di 15ê Mijdara 1937an de li Dêrsimê hatibûn îdamkirin, li Meydana Seyîd Riza ya bajêr merasîma bîranînê lidar xistin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alican Onlu, Parlamentera HDPê ya Mêrsinê Fatma Kurtulan, Parlamenterê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Zeynel Ozen, Parlamentera HDPê ya Stenbolê Tulay Hatimogullari û Şaredarê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu û hejmarek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiya bîranînê bûn.

Rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên xwe, di 15 Mijdara 1937an de, bi tevî şeş hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve bi hinceta ku serî li hember komarê hildane hatibûn darvekirin. 83 sal bi ser kuştina Seyid Riza û hevalên wî re derbas bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin