Dersên kurdî li qada online li benda we ne

Dersên kurdî li qada online li benda we ne

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku berî vê serdema li komeleyê dersên bi kurdî didan, bi vê serdemê re ders jî rawestîyan. Komeleyê niha biryar daye ku dê wekî online dersên bi kurdî bide.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyanîya ku Komeleya Lêkolînên Kurdî belav kirîye ji 15'ê avrêlê/nîsanê û pê ve bi awayekî online dersên  kurdî bike dest pê kirin. Komeleyê wisa gotîye: "Kesên ku dixwazin hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin û kurdîya xwe bi pêş ve bibin, dikarin beşdarî van waneyan bibin. Piştî temamkirina waneyan, êdî hûn pir bi rehetî dikarin kurdî bixwînin û binivîsin. 

Ji bo beşdarbûnê tijîkirina vê formê û barkirina bernameya Zoomê li telefon yan jî kompîtera xwe bes e, tiştekî din lazim nake. Piştî ku we ev forma tijî kir, em ê têkilîyê bi we re daynin. 

Komeleyê ragihandîye ku dersên kurdî (kurmancî/kirmanckî) dê nava hefteyê her roj di navbera saetên 19:00 - 21:00'an de li ser bernameya ZOOM'ê li dar bikevin, lê beşdar kîjan rojî bixwazin beşdar bibin berê de dê dîyar bikin û bername li gor vê yekê dê bê sazkirin.

Ji bo formê bitikînin:

-KOMELEYA LÊKOLÎNÊN KURDÎ-FORMA DERSAN

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin