Deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vedibin

Deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vedibin

Deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê vedibin

A+A-

Hikûmeta Kurdistanê biryar da tevahiya deriyên sînorî yên fermî bo çûnhatina welatiyan werin vekirin.

Ji bo rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê û guftûgokirina mekanîzma nû ya rûbirûbûna Koronayê, îro Encumena Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li Hewlêrê civiya. Piştre Berdevkê Hikûmetê, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezîrê Perwerde di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kirin.

Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ragihand, “Rêgirî li cure kombûnên civakî tê kirin û rêkarên rûbirûbûna Koronayê tên tundkirin… Di civînê de me tekezî li wê kir, divê sizayên bikarneanîna mask bê cibicîkirin ku pêştir biryar li ser wê hatibû dayîn.”

Derbarê bikaranîna maskê ku yek ji rêkarên sereke ên rêgirtina li belavbûna Koronayê ye, Berdevkê Hikûmetê diyar kir, “Her kesek mask bikar neyîne, dê were sizadan. Piştre mekanîzma sizadanê ji aliyê Wezareta Navxwe û parêzgehan ve tên danîn.”

Derbarê xalên sînorî de, Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ragihand, “Her çar xalên sînorî: Başmax, Hacî Omeran, Perwîzxan û Îbrahîm Xelîl vedibin, bi mercê ku navenda pişknîn û çavdêriyê lê hebe.”

Adil herwiha got: “Welatiyên Kurdistanê dikarin serdanan Tirkiye û Îranê bikin.” Diyar kir jî: “Kesên ku xelkê Îran û Tirkiyê ne û li Herêma Kurdistanê dijîn jî, dikarin çûnhatin bikin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin