Dastana Qalkirina Newroza Mîranî
Beş XI
Dastana Qalkirina Newroza Mîranî
Navdanîna mewsimê kêfxweşî û şadimanî,
Bi awayê toreyên kevnar ên Kurdistanî.
Ku wan navê wê “Sersal” danî,
Û wek cejna hevgîhana yaran bi hesab danî.
Afirandoxê cîhanê, ji feyza afirandinê û tebîetê jîyanê,
Koma gerokên felekê, bi awayê hêzê û bi awayê şîyanê.
Bê qalib û çenber, hem jî bê pîvek,
Bê alet û cedwel, bê meqes û birrek.
Ev qas mezin û gewre, weha gilover,
Ev qas qat qat li pey hev, weha bi huner.
Anîne raberîya heyîyê,
Kişandine xuyaneka çavnêrîyê.
Hîkmet ew e ku ev hemî li kar in,
Hin ji wan peya ne, hin jî siwar in.
Hin ji wan hêdîmeş in, hin jî leza ne,
Hin ji wan ron û nerm in, hin zexm û tuwana ne.
Hin pey xwe didin me û diçin, hin tedbîrkirî ne,
Hin ber bi me tên, hin jî pîvayî û teqdîrkirî ne.
Hin ji wan mamosta ne, hin nivîsvan in,
Hin ji wan celat in, hin jî sazvan in.
Hin ji wan şevrewşen in, hin jî Roj’evîn,
Hin ji wan xemcivîn in, hin jî xemrevîn.
Hin ji wan wek Zînê zerî ne,
Hin jî wek Memê mişterî ne.
Hemî seqilandî û biriqandî ne, belav dikin ronayî,
Hinek ji wan padîşah in, wezîr in hinekên mayî.
Hinek ji tevgerên tebîî û adetî,
Ew tên nuqteya buharê bi taybetî.
Û nû dikin jibo me sal û deman,
Gava ku ew tên nîveka asîman.
Zanayê umirdîtî yê ku kevn kirine sal,
Bi vî awayî qal kir ji me ra rewş û hal.
Got: Di zemanê berê da, adetê pêşîyan,
Ev bû li hemî dorhêlan, li hemî cîyan.
Ew roja sereksiwarê rojhilat, digerîya digerîya,
Û dema ku di meha Adarê da vedigerîya.
Yanî dema ku diket Birca Sersalê,
Qet kesek nedima li hêwirê, li malê.
Hemî pêkve, derdiketin ji malan,
Heta bigîje pîran û kalan.
Roja ku dibû cejn, û dihat Newroz,
Jibo qedirgirtina wê roja ku dilan ronî dike, wê roja pîroz.
Mêrg û çîmen û çolên derên bajaran dikirin cî û war,
Digerandin gulistan deştên dûz û cîyên beyar.
Xasma keçên bakîre û xortên ezeb ên bêjin,
Bi kurtî, ew cewherên giranbuha yên ku kêm peyda dibin.
Têkda cilwergirtî, xemilandî û kildayî,
Vêkra li temaşekirinê destûrstandî û destûrdayî.
Lê belê ne bi îftîra û tomet û minet,
Li gora ku ferman dike şerîet û sinet. (sunnetê Pêxember)
Lewra amanca wan ji wê geştê,
Mexsed û daxwaza wan ji çûyîna deştê.
Ev bû ku, çi daxwazkirî û çi daxwazkar,
Yanî her du alî, hem evandî û hem evîndar.
Ew her du celeb (tewir, cure, grup) ku hev bibînin,
Û hevtengên (di sewîya hev da) xwe jibo xwe bînin.
(Mem û Zîn, R. 235-239, kurdîya xwerû: M. E. Bozarslan)