
Bi 5 dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin
.
Bi çend dronan êrişî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji Rûdawê re ragihand ku bi 5 dronan êrişî baregehên wan û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku ev êriş li Geliyê Balîsanê yê li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin û di encamê de tenê zerera madî çêbûye.
3 dron hatin xistin
Hat eşkerekirin ku 2 dron li nêzîkî baregehan ketine û 3 dron jî ji aliyê balafirên Hevpeymanan ve hatine xistin.
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî ji Rûdawê re anî ziman ku 5 dron ber bi baregehên wan û PDKÎyê ve hatine şandin û da zanîn:
"2 dron li nêzîkî baregehên PDKÎyê ketin û 3 dron jî ji aliyê balafirên Hevpeymanan ve hatin xistin."
Baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û PDKÎyê li wê deverê gelekî nêzîkî hev in.
Ev êriş di demekê de ye ku doh jî bi 2 dronan êrişî kampa malbatên PDKÎyê ya li Koyeyê hatibû kirin.
Berpirsekî PDKÎyê ji Rûdawê re ragihandibû ku di wê êrişê de jî tenê zerera madî çêbûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin