Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ernest Chantre û Êzdiyatî

A+A-

Keremkin binêrin, ka Ernest Chantre di 1895 de çi agahdarî li ser Êzdiyan nivîsandiye!

Min bihîstbû ku , Ernest Chantre pêşengekî zanistê yê etnografîk û antropolojî bû û ew di rêwîtiya xwe ya sala 1895 de agahdariyên pir hêja li ser gelên Rojhilatê Navîn, tê de jî Êzîdiyan, tomar kirine. 

Lewma mi ji chatgpt.com ê pirskir, ka Ernest Chantre di 1895 de çi rapor li ser Êzdiyan nivîsandiye?

Bersiva chatgpt.com ê : 
„Ernest Chantre li sala 1895 de gotara xwe ya bi sernavê “Notes ethnologiques sur les Yésidi” (Tê: Bulletin de la Société d’anthropologie de Lyon, tomo 14, rûpel 65–75) weşand. Di vê noteyê de wî li ser Êzîdiyan tiştên jêrîn têkildar kir:
•⁠  ⁠Cih û civak: Dibêje ku wî Êzîdiyan gelek caran di Kurdistanê, li herêmên dervê Ermenistana Rûsî (li dorê Agirî/Ararat), her weha li Asya Minûr û Sûriyê dîtine û lêkolînî kiriye. (DOI)
•⁠  ⁠Têşeya neteweyî: Bi binpênasên etnografîk û morfolojîk re, wî qadê dike ku piraniya Êzîdiyan beşek (sekta) ji netewa kurd in. (DOI)
•⁠  ⁠Ziman: Di vê raporê de hatiye qeyd kirin ku Êzîdî zimanê xwe “ziman ê ezda” dibêjin (zimanê Êzîdiyan) û li herêmên ku wî geriya vê pêşdîtinê hatiye nivîsandin. (Ev tişt di xebatên wergerandî yên li ser gotara Chantre ya 1895 de jî tê bibîranîn.) (Wikipédia,…)
•⁠  ⁠Daxuyanî li der barê zivirandina navê: Wî jî nîşan dide ku bi gelemperî Êzîdiyan ji hêla Ereb û Tirkên din re bi komekên din yên ne-musûlman têne tevlihev kirin (wekî Ansariyê, Kizilbaş, Bektashî), û li navçeyên din jî li ser wan dijwarî û têkoşînên li gel cîranên muslim, taybetî bi hin kurdan, hebûne. (DOI)“ https://chatgpt.com
 
Gava meriv li van sebeqên vî „Qewlê Xwedanan“* ku , min di pirtûka xwe ya sala 2006 de  belakiriye binêre, di wan de jî tê gotin,“

„Ew Ezdayê min î jorî ye. 
Padşê min Rebê Silêman e 
Ezdayê minî ins û cinsan e

Padşê min yekî mezin e 
Padşê hemû momin a
Xwedayê dinya û Ezdayê min e. „* û berdewam di rûp.:185-189* de ye

Her wusa min di vê berhemên xwe de gotiyê ,“em Êzdî baweriyê bi Xwedê tînin, yê ku Xweda ye û Ezda ye“.“ Zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî(li gorî min zimanê „Ezda“) ye. Êzdî ji xeynî zimanê Kurdî pêve , nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin. Lewma jî divê em Êzdî baş zanibin, ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevka- riya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin.“* rûp.:322-323

*Çavkanî:
Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên EZDIYATIYÊ, çapa yekê weşanên Perî –Çileyêpêşîn Istanbul 2006

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin