
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): Em darvekirin û êrîşên Dewleta Îranê şermezar dikin
.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em darvekirin û êrîşên Dewleta Îranê şermezar dikin
Dewleta Îranê ya dagirker, di darvekirina ciwanên kurdan û di êrîşên li ser kampên sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de berdewam e.
Her çiqas şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê, nuha rawestîyabe jî Dewleta Îranê êrîşên xwe yên li ser kampên sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê nerawstandîye.
Dewleta Îranê, piştî rawestandina şerî jî bi dehan caran bi füze û dronan êrîş birine ser kampên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Îran), Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ku malbatên ji ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê lê dijîn kirine.
Di encaman van êrîşan de gelek şehîd û birîndar jî çêbûne.
Herweha Dewleta Îranê, ji dema destpêkirin û rawestandina şerî û heta îro jî navber nedaye darvekirina ciwanên kurdan, belûcî û ciwanên din yên Îranê.
Mixabin van hemû êrşên ku li ser kampên sivîlên ji malbatên kurdên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine, van hemû darvekirinên ciwanan li ber çavên Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, Dewleta Amerîka û hevpeymanên wê rûdidin.
Li dijî van êrîş û darvekirinên Dewleta Îranê em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne. Dewleta Îranê ya dagirker dê nikaribe bi êrîş, darvekirin û kuştin û zilm û zordarîyê rê li ber azadîya miletê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê bigre.
Em van hemû êrîş û darvekirinên Dewleta Îranê şermezar dikin.
Em bangî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropa, Dewleta Amerîka û hevpeymanên wê, Dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin da ku bi helwesteke biryardar rê li ber van êrişên Dewleta Îranê yên bi fuze û dronan û darve kirinên wê bigrin.Herweha em bangî Dewleta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin da ku li himberî van êrîşên Dewleta Îranê yên bi fuze û dronan helwestê bigrin.
10.06.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin