Serok Barzanî û Xelîlzad rewşa deverê û gefên li ser Îraqê nîqaş kirin

Serok Barzanî û Xelîlzad rewşa deverê û gefên li ser Îraqê nîqaş kirin

.

A+A-

Serok Barzanî pêşwaziya dîplomatkarê naskirî yê Amerîkayî û balyozê berê yê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad kir. Di wê hevdîtinê de, her du aliyan guhertin û pêşhatên dawiyê yên deverê nirxandin.

Baregayê Barzanî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) di daxuyaniyekê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dîplomatkarê Amerîkayî û balyozê berê yê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, di wê hevdîtinê de her du aliyan bi hûrgulî dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û rewşa deverê û eger û gefên ku rûbirûyî Îraq û deverê dibin li hev guhertin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin