Dadgehê biryara berdana peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk da

Dadgehê biryara berdana peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk da

Dadgeha 34mîn a Cezayên Giran a Stenbolê biryara berdana Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk da, ku ew şeş meh bûn girtî bû.

A+A-

Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Rawîn Stêrk şeva 28ê Sibata 2020an dema çûna koçberan ji Tirkiyê ber bi Yunanê dişopand, li Edirneyê li ser sînor hat binçavkirin û ji wê demê û heta îro girtî bû ku Dadgeha 34mîn a Cezayên Giran a Stenbolê biryara berdana wî da.

Rawîn Stêrk piştî hatibû desteserkirin, bo Enqerê hatibû şandin û bi biryara Dadgeha Enqerê roja 6ê Adara 2020an hatibû girtin. Piştre dosya wî bo Stenbolê hat veguhestin û îro Sêşemê 2ê Îlona 2020ê yekemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya Rawîn Stêrk li 34emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat sazkirin û piştî lêkolênan, dadgehê biryar da, Rawîn Stêrk bihê berdan.

Parêzerên wî di rûniştinê de amade bûn û Rawîn Stêrk ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûnitşina dadgehê bû.

Parêzerên Rawîn berî destpêkirina civîna dadgehê ji Rûdawê re ragihandin, ti belgeyek li ber dest tune ye  ku tekez bikin Rawîn Stêrk tawan kiribe û ji ber vê yekê jî bê girtin, lewra çaverê dikin di yekem rûniştina  dadgehkirinê de were azadkirin.

Gursel Demir got: “Derbarê Rawîn de, tişta tê îdîakirin ku endamê rêxistina qedexekirî be, yan propaganda bo rêxistina terorê kiribe, tohmetên bêbingeh in. Lê karvedan û derencama wê hewaya giştî ya nerênî ye di warê dadperwerî de ku bi awayekî gelekî balkêş di vê dema dawî de li Tirkiyê di nav de dijîn.”

Piştî ku Sibata 2020ê Tirkiyê biryar da sînorên xwe li ber koçberan veke, bi hezaran koçber ji bo bigihin Ewropayê berê xwe dan deriyê sînor ê navbera Turkiye û Yunanê li bajarê Edirneyê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku rêxistineke navdewletî ye bo parastina mafê rojnamevanan, di raporta xwe ya dawî de dibêje: “Divê Tirkiye hemû tohmetên ser Rawîn Stêrk û Selman Keleş bide alî, Stêrk ji zîndanê derxîne û  tohmetên terorê yên sexte li dijî çapameniyê rawestînin.”

Rawîn Stêrk li ser sînorê navbera Yunan û Tirkiyê çûbû ser stûneke elektrîkê daku bikaribe dîmenê koçberan bo bînerên Rûdawê veguhêze û ligel Kameramanê Rûdawê Şîrîn Akgun û hejmarek rojnamevanên din ji ber “bezandina sînorê serbazî” ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn binçakirin.

Kameramanê Rûdawê, Şîrîn Akgun û rojnamevanên din hatibûn azadkirin, lê dema binçavkirina Rawîn Stêrk hatibû dirêjkirin û piştre bi tohmeta propagandeya bo terorê bi biryara Dadgeha Enqerê hatibû girtin û ew mijar û nivîsên li ser torên civakî belav kiribûn, wek sedema girtina wî hatin pêşandan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin