Dadgeha Îdarî ya Ankara betalkirina doza Peyman a Lozanê red kir

Dadgeha Îdarî ya Ankara betalkirina doza Peyman a Lozanê red kir

.

A+A-

 Parêzerên Konfederasyona Diyaspora Kurd, ji bo dadgeha Tirkiyê ya Daniştayê doza “betalkirina peymana Lozanê û bicîhkirina tayîna qedera milletê Kurd ya xwe bi xwe” vekiribûn. Doz ji terefê dadgeha îdarî ya Ankara ya 6em de hat redkirin. Dadgeh li dozê nêriye û biryarê daye ku ti otorîte li Tirkiyê tine heya lêkolîna dosyayê bike an ku mijar nayête munaqeşekirin.

Doz, ji terefê parêzerên Konfederasyona Diyaspora Kurd (DİAKURD) Hişyar Özalp û Rıdvan Dalmış de hatibû vekirin. Doz, di Temmûza 2023an de hatibû vekirin. Biryara dadgehê di derbarê dozê de wehaye:

“Di vê rewşê de tê gotin ku Kurdên hemwelatiyên Tirkiyê mafê wan yê tayîna qedera xwe di peymanê de heye û ji terefê Komara Tirkiyê de mafê wan tê binpêkirin. Di seredanê de, hatiye dozkirin ku mafê çarenûsa Kurdan divê bidin Kurdan. Daxwaz li dijî qanûnên unîter yên Komara Tirkiyê ye, di nav sînorê Tirkiyê de ti meqam tine ku lêkolîna vê mijarê bike û dadgeh reda vê daxwazê dike.”

Parêzerên dozê yên navborî dibêjin ku piştî rêyên qanûnî yên vê dozê li Tirkiyê nemînin, wê dozê bibin dadgehên navdewletî. Parêzer ragihandin ku Kurd piştî Peymana Lozanê 100 sale di bin zorê de ne, li ser Kurda asimilasyona sîstematîk heye, mafê xelkê Kurd yên siruştî li ser bingeha vê peymanê ji holê rakirine û ji bo betalkirina Peymana Lozanê ji destê wan çi were dê bikin.

Parêzer Hişyar Özalp, ji bo Rûdawê ragihandiye ku wê daxwaznamê bidin dadgeha îdarî ya Ankara da biryarê temyîz bikin. Özalp ragihandiye ku cara yekeme di dadgehekî de mafê çarenûsa Kurdan tê niqaş kirin û gotiye:

“Nehiştin li Lozanê Kurd xwe temsîl bikin. Ji ber wê jî çarenûsa milletê Kurd ji ortê rakirin. Divê temamê tehrîbatên Peymana Lozanê yên ser Kurdan ji ortê rabin. Ev, egera hûqûqa navdewletiye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin