
PWK: Em Li Tirkîyeyê Qedexekirina Hesabê Xê (Twitter) yê PWK Navendê Protesto Dikin
.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em Li Tirkîyeyê Qedexekirina Hesabê Xê (Twitter) yê PWK Navendê Protesto Dikin
Rêveberîya X (Twitter)ê, bi peyameke ku di roja 24.02.2026an de ji partiya me re şandîye; ragehandîye ku li ser daxwaza Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) ya Dewleta Tirkîyeyê û li gorî xala 8/A ya qanûna bi hejmara 5651ê, hesabê X yê bi navê @PWK_Navend li Tirkîyeyê hatiye sînordarkirin, qedexekirin.
Di peyama ku ji alîyê Rêveberîya X (Twitter)ê ve ji bo me hatîye şandin de wiha tê gotin:
"Ji bo em berpirsiyarîyên xwe yên ji qanûnên herêmî yên Tirkîyeyê pêk bînin, gihîştina hesabê we li Tirkîyeyê hatîye sînordarkirin; naverok li welatên din dê her wekî xwe xuya bibe."
Hiqûqnasên partîya me, hem ji Rêveberîya X (Twitter)ê û hem jî ji Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragehandinê daxwaz kirin ku hincetên vê biryarê ji me re bişînin.
Lê belê, hesabê X yê PWK Navendê, hesabê fermî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ye. Di vî hesabî de daxuyaniyên partîya me û nûçe û agahîyên di derbarê partîya me de yên ku di organên ragehandinê de belav dibin, têne parvekirin.
Wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), em radigihînin ku em xwedî li hemû agahî û belgeyên ku di hesabê me yê Xê de hatine parvekirin derdikevin. Em bi girîngî destnîşan dikin ku ev biryara Sazîya Teknolojîyên Agahdarî û Ragehandinê, tê wateya astengkirina azadîya raman û îfadeyê.
Em qedexekirin, sînordarkirina ku li Tirkiyeyê li ser hesabê Xê yê PWK Navendê hatîye danîn protesto dikin û daxwaz dikin ku ev biryara sînordarkirinê demildest bê rakirin.
25.02.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin