
Mistefa Ozçelîk: Bêyî naskirina nasname û zimanê Kurdî aştiyeke rastîn pêk nayê
.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk, di salvegera yekem a banga Abdullah Ocalan de ragihand, çekdanîna PKK’ê pêngaveke erênî ye, lê aştiyeke mayînde tenê bi naskirina mafên neteweyî yên Kurdan pêkan e.
Mistefa Ozçelîk îro 27ê Sibatê ji Kurdistan24ê re got: "Em çekdanîna PKK’ê wekî gaveke erênî dibînin. Me berî banga Ocalan û Bahçelî jî digot ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna çekdarî êdî xizmeta Kurdan nake û zirarê dide destkeftiyên li parçeyên din jî. Divê êdî zimanê siyasetê bibe serwer."
Rexneya li raporta Meclisê: "Pênaseya Kurd nîn e"
Serokê PWK’ê raporta dawî ya Komîsyona Meclisê ya derbarê aştiyê de bi tundî rexne kir û wekî "hewldana mijûlkirinê" pênase kir. Ozçelîk got: "Min raport bi hûrgilî xwend; di nava 60 rûpelan de ti pênaseya 'Pirsa Kurd' nîn e. Dewlet bi vê raportê mafên kolektîf ên Kurdan red dike. Heta ku nasnameya Kurdî bi fermî neyê naskirin, ev rapor tenê ji bo dagirtina valahiyê ye."
"Aştî ne tenê çekdanîn e"
Ozçelîk bal kişand ser naveroka peyama Ocalan û helwesta dewletê û got ku daxwazên bingehîn ên mîna federalîzm û otonomiyê hatine piştguhkirin. Herwiha Ozçelîk daxwazên PWK’ê bi vî rengî rêz kirin:
- Divê nasnameya Kurdî di destûrê de were naskirin.
- Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.
- Girtiyên siyasî, di serî de Selahattin Demirtaş, divê werin azadkirin.
- Rê ji bo siyaseta sivîl û demokratîk bi temamî were vekirin.
Banga ji bo 30 mîlyon Kurdan
Mistefa Ozçelîk tekez kir jî, nabe çareserî tenê bi "çekdanînê" sînordar bibe û got: "Li Tirkiyeyê 30 mîlyon Kurd hene. Dewlet nikare bi polîtîkayên 'yek millet, yek ziman' aştiyê bîne. Divê Kurd wekî neteweyekî li ser maseyê bin û xwedî statu bin. Bêyî mafên rewa, aramî ne li Tirkiyeyê û ne jî li herêmê pêk nayê."
Çavkanî: Kurdistan 24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin