Colonel Myles Caggins: Ezê her dem ji bo Kurdan bibim çiyayek

Colonel Myles Caggins: Ezê her dem ji bo Kurdan bibim çiyayek

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Colonel Myles Caggins, ku erka wî di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bi dawî hatiye û duh û îro bi du merasimên cuda ji aliyê HSDê û Hêzên Pêşmerge ve hat xelatkirin, ragihand ew gelek keyfxweş e ku Kurd nas k

A+A-

Îro bi fermî dawî li erka Colonel Myles Caggins weke Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî hat û di merasimekê de li Hewlêrê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hat xelatkirin.

Myles Caggins di axaftinekê de ragihand, ku ew bo dostaniya li gel Kurdan gelek keyfxweş e û got, niha li Kurdistanê çend dost û hevalên min hene.

Colonel Myles Caggins duh beşdarî Bultena Rojava ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û derbarê bidawîhatina erkê xwe û xatirxwastina xwe ji dost û hevpeymanên xwe yên Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê de axifî.

Myles Caggins axaftina xwe bi Kurdî û bi gotinên, roj baş gelê Kurd û Kurdistan, ez we hemûyan hez dikim destpê kir û ragihand, “ez gelekî xemgîn im ku dê di 9ê Îlonê de biçim.”

Caggins amaje bi serdana xwe ya duh bo Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Duh ez li nav Hesekê bûm, min preskonferansek hebû li gel hevalê xwe yê hêja Mistefa Balî. Min gelek fikir kir li ser wan serboriyên ku me hebû li Iraq û Sûriyê û hemû ew zehmetiyên ku heval û hevpeymanên me li Iraqê û Sûriyê hatiye pêşiya wan, û ew şansê mezin ku min hebû ku bibim berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî û ez gelek hestyar bûm dema ku ez nêzî dost û hevalên xwe bûm û li gel wan rojnamevanan bûm, ku heval û partnerên gelek baş bûn bo min û ez gelekî xemgînim ku ez dê di 9ê Îlonê de biçim.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin