Çolî: Dibe ku planeke Rûsya û Tirkiyê li ser Eyn Îsa hebe

Çolî: Dibe ku planeke Rûsya û Tirkiyê li ser Eyn Îsa hebe

.

A+A-

Şîrovekarê siyasî Welîd Çolî li ser daxwaza Rûsyayê ya radestkirina bajarokê Eyn Îsa bo rejîma Sûriyê diyar kir; dibe ku ev di navbera Rûsya û Tirkiyê de planek be.

Welîd Çolî ji bajarê Qamişlo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser çarenivîsa bajarokê Eyn Îsa û rêkeftinên navbera Tirkiye û Rûsyayê û bandora wê li ser rojavayê Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Rûsya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwaz dike ku ji bajarokê Eyn Îsa derkeve û rejîma Sûriyê bi awayekî berfirehtir li herêmê bi cih bibe, ji bo vê yekê jî, gefên Tirkiyê yên li ser Eyn Îsa nîşan dide.

Welîd Çolî li ser vê mijarê diyar kir: “Stratejiya herî esas a Rûsyayê parastina rejîma Sûriyê ye. Ji bo vê jî pêwîstî ye ku tê xwestin li ser erdê ji vê parastinê re, hevpeymaniyên ku çêdikin bi Tirkan re bi taybet û heta bi Îranê re jî, lê bi taybet bi Tirkiyê re jî hemahengiya wê bi Tirkiyê re, di derdora Şamê de, di Derayê de, di Xûtayê de li van bajaran, ev weke hevpeymaniyek bû di navbera wan û Tirkan de. Li hember wê jî Efrîn nextê wê bû.”

Çolî destnîşan kir: “Rûs tim vê kaxedê bi kar tîne, kaxeda ku hûn nedin me, em mecbûr in ku em rê bidin Tirkan, an jî em xwe li ber Tirkan bikşînin û Tirk jî têkevin şûna me.”

Welîd Çolî eşkere dike: “Ez dibêjim belkî ev planek be di navbera Rûs û Tirkan de ku ji xwe re di vê wextê de ku niha guhertinek li serokê Amerîkayê çêdibe û ev valabûna ku mesele bi rengekî fermî diyar nebûye kî dê serok bibe, ku tê diyarkirin Joe Biden e, Tirk jî zanin ku eger Biden be, ev derfet bi destê wan nekeve.”

Rojnameya “Şerq El Ewset” li ser zarê jêderekî leşkerî yê ji Encûmena Leşkerî ya Eyn Îsa ya ser bi HSDê ve belav kiribû, berî du rojan li binkeya Rûsya ya li Eyn Îsayê civînek di navbera wan, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de hat kirin.

Diyar kiriye ku fermandarên Rûsî di civînê de ji HSDê re diyar kirine ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.

Herwiha aşkere kiribû, fermandarên Rûsî daxwaz ji HSDê kirine ku bajarokê Eyn Îsayê radestî artêşa Sûriyê bike, da ku rê li ber gefên Tirkiyê bigire.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve.

Zêdetirî 45 rojan e herêma Eyn Îsa rastî topbarana grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tê. Peyamnêrê K24ê li Kobanî jî duhî diyar kiribû, grûpên çekdar derdora Eyn Îsa û xaleke asayişê topbaran kiribû.

Li gor zanyariyan, ji roja 17ê meha borî û heta duhî, di encama êrîşên grûpên çekdar û Tirkiyê de, 4 welatiyên sivîl hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin