Cizîr | Ji nav 10 polîsên binçavkirî yên bertîlxwir, 5 ji wan hatin girtin

Cizîr | Ji nav 10 polîsên binçavkirî yên bertîlxwir, 5 ji wan hatin girtin

Hat ragihandin ku 10 polîsên tirk û 5 sivîlên hevkarên wan ji ber standina bertîla ku ji şifêrên TIRên diçin Başûrê Kurdistanê distînin, hatin binçavkirin û piştre ji wan 5 polîs hatin girtin.

A+A-

Li gorî ragihandina Navenda Asayîşa navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê 15 kes ku 10 ji wan polîs in bi tohmeta bertîlê hatine binçavkirin û ji wan 5 polîsên bi sedema ku ji bo dora şifêran a çûyîna deriyê sînorê Xabûr-Îbrahîm Xelîl nêzîk bikin bertîl standine, hatin girtin.

Di daxuyaniya emniyeta Cizîrê de hatiye gotin, dema trafîk zêde dibe dorên TIRan ên bi qasî 20-25 kîlometran çêdibin û hatiye tesbîtkirin hinek polîsan ji bo dora şifêran nêzîk bikin bertîl standine û bi lêpirsîna Serdozgeriya Cizîrê li hember wan kesan xebat hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin di operasyonê de, 15 kes hatine binçavkirin ku 5 ji wan sivîl in û 10 jî polîs in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin