Çiya Kurd: Rûsya daxwaz nekiriye em Eyn Îsa radest bikin

Çiya Kurd: Rûsya daxwaz nekiriye em Eyn Îsa radest bikin

.

A+A-

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ragihand, ku Rûsya ti daxwazek ji Rêveberiya Xweser nekiriye ku Eyn Îsa û dezgehên ser bi rêveberiyê, radestî hikûmeta Sûriyê bikin.

Bedran Çiya Kurd, Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ji medyaya ser bi Rêveberiya Xweser re ragihandiye, ku Rûsya ti daxwazek ji vê rêveberiyê nekiriye ku bajarokê Eyn Îsa û dezgehên rêveberiyê yên li wî bajarokî radestî hikûmeta Sûriyê bike.

Bedran Çiya Kurd herwiha dibêje, Tirkiyê dema veguhastina desthilatê li Amerîkayê bikar tîne, da ku navçeyên bêtir dagîr bike. Çiya Kurd amaje bi wê yekê jî da, ku her êrîşekê nû ji aliyê Tirkiyê ve bo ser navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de, dê bandorên wê yên karesatî hebin.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir, di dema dawiyê de liv û tevgereke hemahengkirî di navbera HSD û hêzên Rûsî de çêbûye û diyar kir, ew yek jî di çarçoveya mekanîzma hevbeş ya dema êrîşa Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Spî de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin