Ciwan Haco: Bi saya Mehmed Uzun bi hezar kesan fêrî Kurdî bûn

Ciwan Haco: Bi saya Mehmed Uzun bi hezar kesan fêrî Kurdî bûn

Ciwan Haco: Bi saya Mehmed Uzun bi hezar kesan fêrî Kurdî bûn

A+A-

 

Hunermedê Kurd ê bi nav û deng Ciwan Haco ragihand ku bi hezaran kes bi saya xwediyê gelek roman û berhemên bi Kurdî, nivîskarê Kurd Mehmed Uzun ferî zimanê Kurdî bûn.

Nivîskar Mehmed Uzun yek jî wan kesan e di wêjeya kurdî de xwedî nav û deng e, îro 13emîn salvegera koça wî ya dawiyê ye û bi boneya wê Ciwan Haco beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rola wî ya di nav civaka Kurdan de kir.

Ciwan Haco diyar kir ku her çend Mehmed Uzun ji nav me bar kiriye jî, lê ew bi fikir û ramanên, bi nivîs û romanên xwe her dijî û got: “Ez dikarim bibêjim ku Mehmed Uzun ji bo teşwîqkirina fêrbûna zimanê Kurdî bandorekê xwe ya zêde hebû. Bi rastî bi hezaran kesan bi xêra romanên wî xwe fêrî Kurdî kirin.”

Ciwana Haco amaje bi wê yekê kir ku yek ji sedemên sereke yên şerê dewletan ê bi Kurdan re ziman e, û got: “Ziman hebûna miletan e, kesekî weke Mehmed Uzun ev mijar baş fêm kir û lewma dest avêt qelemê û dest bi nivîsê kir. Bi rasî nivîsên li cîhanê belav bûn û bo zêdeyê 20 zimanan hatine wergerandin. Wî kareke gelek pîroz kiriye lewma divê em her tim wî bi bîr bînin.”

Ciwan Haco derbarê berhema Destana Egîdekî, ku helbesta Mehmed Uzun e,wî bi aranjeyeka nûjen û bi formên etno-caz strandiye dibêje gelek helbest li ser qehramiya Kurdan hate nivîsandin lê ew helbesta Mehemed Uzun a behsa behsa çîroka pênç ciwanên Kurd dike ciyawaziyake girîng a xwe ye û dema wî muzik jê re çêkir Mehmed Uzun gelk pê dilxweş bûye.

Mehmed Uzun Kanûna 1953an li navçeya  Siwêrekê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê hate dine û 11ê Cotmeha 2007an li Amedê koça dawî kir.

Heft roman û gelek nivîs, lêkolîn û helbest  weşandine. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî li sala 2001ê xelata Torgny Segerstedt wergirt.

Ew sala 2005ê vegeriya Tirkiyê û li Stembolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hukmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra hat xelatkirin.

(Rudaw)

uzuzn.jpguzuzn.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin