Ciwan dikarin ji zanyarî û tecrubeyên nifşên berê sûd bigirin! (I)
Cano Amedî
Sohbet û dîyalogên bi rêkûpêk, bi mezinên malbatê yên wekî kalik û pîrikan re, guhdarîkirina çîrokên jiyana wan û derxistina dersan ji ezmûnên wan çewa girîng be, di warê sîyasî de jî, tecrube û zanyarîyên kedkarên doza netewî girîng û pêwîst in! Ew tecrube û zanyarî li ser nêrîn û wîzyona mirov tesirek pozîtîf dike. Pêwîstî bi mekanizmayeke perwerdeyî û bi aqilekî hevbeş heye. Neqilkirina dîrok, çand, nîrx, hiş û tecrubeyan di nav nifşan de, arşîvek dewlemend dicivîne.
Cîwan dikarin bi rêya lêkolîna çavkaniyên dîrokî, gelek derfetan bi dest bixin. Dîsa bi rêya pirtûk, belgefîlm, arşîv û xebatên dîroka devkî, ji ezmûnên nifşên berê sûd bigirin û gelek tiştên balkêş fêrbibin. Bi şêwirmendîya kesên di qada xwe de pispor, xwedî ezmûn û xwedî karîyer, dikarin li ser pêşveçûna kesayet û civatê tesîrek pozîtîf bikin. Dikarin bi aqilekî kollektîf, xebatên rêxistinî yên civaka sivîl, bi parvekirina tecrube û hestên hevkariyê, civatê teşwîqî nav refên têkoşînê bikin.
Divê nifşên berê, li dijî nifşên nû, ne muhafazakâr bin. Li hemberî şêweyên raman û awayên jiyana cuda yên nifşên nû, divê xwedî tolerans bin û ji diyalogan re vekirî bin. Li şûna ferzkirina hînbûnên xwe, divê hewl bidin ku perspektîfên ciwanan fêm bikin û bi hevre ber bi siberojê ve bimeşin. Ji bo fêmkirina cîhana ciwanan, fêrbûna bikaranîna teknolojiyê, li ser platformên pêwendiyê û rêya diyalogên erênî, ji bo herdû alîyan kêrhatî ye.
Di şuna hînkirin û ferz kirine de, bi hişmendîya parvekirinê, veguhestina agahî û tecrubeyên xwe, ne wekî ders, lê di hawîrdoreke parvekirin û sohbetê de, dihêle ku ciwan bêtir eleqedar bibin. Li hemberî bersivdanên ciwanan, ên li ser raman û nêzîkatiyên wan vekirî bin û qîymetê bidin hev û hev bihesibînin. Beşdarbûna çalakiyên civakî, çandî an werzişê ku bi ciwanan re pêkbê, wê danûstandina di navbera nifşan de germtir û zêdetir bike.
Di siyaseta neteweyî de yek ji sedemên sereke, yên bêdîyaloga di navbera nifşan de, berçavkên îdeolojîk û karekterê rêxistinên ne demokratîk in. Di siyaseta neteweyî de, gelek sedemên cihêreng û tevlihev ên bêdiyaloga di navbera nifşan de hene. Hin ji wan ev in:
Serpêhatî û travmayên dîrokî yên cuda, bi serê xwe sedemên bêdîyalogê ne. Pêvajoyên siyasî, pevçûn û travmayên ku her nifş jiyaye cuda ne. Van serpêhatiyên cuda, di nêrînên cîhanê û nakokîyên heremî de, dibe sedema cudahîyan. Mînak, nifşekî ku di salên 1970, 1980 û 1990î de di hawîrdoreke pevçûnên dijwar de mezin bûye, dibe ku têgihîştineke siyasî ya cuda ji nifşekî ku di demên piştre de mezin bûye hebe. Travmayên ku encamên pêvajoyên şer û pefçûnan bandorek xirab li ser nifşan dike. Gava çîrokek we ya serkeftî an bi wate tunebe, hûnê her tim rastî gilî û gazinan bibin. Dêrûnîya têkçûnê, bandorek xirab li ser civatê çê dike û nakokîyên pêvajoyê dijwartir dike. Ev helwest bi xwe re bêhêvîtî û bêbawerîyê geş dike.
Cudahî û reqabeta îdeolojîk, tesîreke negatîf li ser nifşa dike û derîyê dîyalogê asê dike. Tevgerên îdeolojîk ên cuda yên di nav tevgera neteweyî de û guherînên ku van tevgeran di nav demê de jiyane, dibe sedema derketina pêşiyên siyasî û pêşniyarên çareseriyê yên cuda di navbera nifşan de. Ev karekterê îdeolojîk, rê li ber dîyalogê asê dike û dixwaze civatê mehkûmî desthilatdarîyek tundrew bike.
Yek ji xalên esasî jî helwesta aktorên siyasî, tesîrek negatîf li ser dîyalogan dike. Hin rêxistin û serokên tundrew ku jiyanê bi xwe ve didin destpêkirin, aktorên bêdîyalogîyê ne. Ev aktorên siyasî an jî saziyên ku beşdarî qada sîyasî dibin û rexneyên ciwanan têra xwe teşwîq nakin an jî wan nahesibînin, gunehkarê bêdiyalogîyê ne. Siyaset û rêvebirîya xwe, weke pêwendî û têkîlîyên di navbera “Şêx û Murîd” didomînin.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin