Nerîna M. Emîn Bozarslan derbarê Îsmaîl Beşîkçî da
Siddik Bozarslan
Şîira Şêx Sadî (1210-1292) weha ye:
”Lawên mirovayîyê organên hev in
Belam ji alî xulqandinê ve ji heman maddeyî ne
Dema organek rastî zehmetîyê hat
Organên dî jî dê rehet nekin
Ger tu, tesîrê ji zehmetîyên dî nebînî
Tu ne laîqî ku navê te însên be,”
(Abdurrahîm Rahmîyê Hekarî, Jîn, Cild II, jimare 8, 1918, r. 416-418, wergêr bo latinî: M.
Emîn Bozarslan)
Divê ez li vir bidim xuyakirin ku gorbihiştê Abdurrahîm Rahmîyê Hekarî, wê nivîsara xwe bi tirkî nivîsîye û babeta wê jî di derbarê ”Koçberên Kurd di çi halî da ne?” (Kürd Göçmenleri ne durumda?) bûye. Di nivîsarê da wek numûne, ji gundekî 120 xaneyî (malî) tenê 10 kes li jîyanê mane û tu kes behsa wan tofanên ku hatine serê koçberên kurd, nekirîye û loma gorbihiştê A. Rahmî çend malikên şîîra Şêx Sadî pêşkêş kirîye da ku ji derd û kulên heyî ra piçek bibe derman. Wek hûn dibînin, ev nivîsar 107 sal berê di Kovara Jîn da derçûye. Lê malikên şîîra gorbihiştê Şêx Sadî, ji vir 700 sal zêdetir berê hatine nivîsîn ku xususîyetên mirovan tarîf dike. Mirov dikare bêje ku wan malikan, li gora feslefeya Hz. Zerdeşt Pêxember hatine rêzkirin ku temenê wê felsefeyê jî derdora 3500 salî ye. Lê wek hin pisporan tespît kirine, Zerdeşt Pêxember, rewşenbîrê pêşîn e li seranserê cîhanê. Yên xwendine pê dizanin, Zerdeşt; jibo ku li heywanan heqaret neke, hin celebên mirovan şibandîye cinawiran ku li gora min jî rejimên hemî dewletên îslamî, di esasê xwe da rejimên cinawiran in ku ev çend car in ez wê gotinê dixebitînim û wek mînak jî rewşa miletê kurd ku tê da dijî û bêdengîya alema îslamê ye
Mirov dikare bêje ku Beşikçiyê qedirbilind jî dema derdora 60 sal berê bi hebûna kurdan hesîyaye ku li gora destûra tirkîtîyê ew wek tune hatine qebûlkirin; wî jî felesefa Mem û Zîna Xanîyê gewre û felsefeya malikên Şêx Sadîyê gorbihişt ku me li jor dît, jibo xwe esas girtîye û qelema xwe wek xencerek li Sistema Ankarê xistîye. Ev hewildana Beşikçi jibo kurdên mezlûm, bûye wek dermanek ku ne li ber dixtoran û ne jî li ber dermanfirioşan zêde peyda nabe. Ev dermanê ku Beşikçi ji roja teşhîsa xwe ya ewil ve li ser birîn û êşên kurdan dixebitîne, hê jî berdewam e û sed mixabin ku başbûn û rehetbûna wan bîrînên bi xwînî, dê hin demeke dî jî bidome. Ez dizanim ev rewşa kurdan ya heyî, gelek êşên dijwar didin Beşikçiyê xoşevîst jî. Loma van kirinên Beşikçi jibo kurdan, li gora felsefeya Mem û Zînê, tam wî kirîye Ehmedê Xanîyê Tirk. ji ber beza maratonîya min ev tespît, bi hindikayî 40 sal dereng maye. Bo vê derengmayîyê ez lêborînê ji cenabê xoşevîstê rûmetê dixwazim.
Bi wê zîrekî û enerjiya xwe eger Beşikçi wek gelek tirkan di nav qalikên ideolojiya dewletê da bimana û stûye xwe xwar bikiraya; jibo wî gelek hêsa bû ku bibûya profeserek û rektorekî zaningehek. Lê wî wek alimek û sosyologek rastîya kurdan û mafên wan ên neteweyî û demokratik dît û li hemberî rejima kolonyalist derket ku ew rejim ji 1923yan virve li ser hukum bû.
Dostê Beşikçi û hevalê wî yê zindanê yê 1971an, mamosta M. Emîn Bozarslan di 2007an da jibo Beşikçiyê hêja weha gotîye: ”… Li gora dîtina min a berê û nûha em kurd, ji berrêz Beşikçi ra gelek tişt deyndar in. Ew nivîskar û alimekî tirk ê tenê ye, ku rejima ku ji 1923an virve politika nejadperestîyê li hemberî kurdan pêkanîbû, ew wek alimekî zanînê bi mêrxasî li dijî wê politikayê rawestîya, bi metodên zanistîyê wê politikayê teşhîr kir, rûyê wê yê rastîyê û nejadperestîyê raxist ber çav.” (M. Emîn Bozarslan, İsmail Beşikçi ile Uluslararası Dayanışmanın Belgeleri, s. 8, Deng Yayınları 2010 İstanbul)
Min sala çûyî (2024) xwestibû ku jibo rojbûna 85 salîya Mamosta Beşikçi û rojbûna 90 salîya
Mamosta M. E. Bozarslan nivîsarek binivîsim. Lê piştî ku min komputora xwe vekir, ez piçek
ketim nava xeyalan û ez giham qeneetek ku dest bi wê nivîsarê nekim. Ji ber ku ew nivîsar, li ser jîyana van du xoşevîstan bû, ku her yek ji wan bi deh hezaran rûpel dîyarîyê Kitêbxaneya Kurdî kirine û her du jî îdolên min in; lewra jibo min gelek dê zehmet bibûya ku bê kêmasî di bin wî barî da rabim. Loma min cesaret nekir ku wê nivîsarê amade bikim û pêşkêşî we hêljayan bikim. Jibo vê kêmasîya min, bila her du xoşevîstên rûmetbilind û xwendoxên hêja min bibexşînin. Ez ji herduyan ra jî tendurustîyeke baş dixwazim. Ez kêfxweş im ku civatên kurd û tirk xwedîyê van du rewşenbîrên qedirbilind in.
Ji ber ku li vir mijara me tenê li ser Xoşevîstê Beşikçi ye, bi kurtayî min li jor piçek behsa jîyana wî kir. Divê xwendoxên xoşevîst vê nivîsara jorîn wek rismekî biçûk qebûl bikin. Li jêr min çend nivîsarên Beşikçi ji tirkî wergerandîye bo kurmancî û ez wan pêşkêşî xwendoxên kurdî dikim. Ez hewl didim ku di beşê XIan da jî hin ji wan wergêran pêşkêşî we bikim.