Civata Ewlekarî ya NY'ê Bang li Azerbaycan û Ermenistanê Dike ku Pevçûnan Demûdest Rawestînin

Civata Ewlekarî ya NY'ê Bang li Azerbaycan û Ermenistanê Dike ku Pevçûnan Demûdest Rawestînin

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir ku vegerin ser dîyalog û danûstandinê.

A+A-


Civîna endamên civatê ya ser Azerbaycan û Ermenistanê, ku nûnerên her du dewletan beşdar nebûbûn, bi qasî 90 deqîqe dom kir.

15 endamên Civata Ewlekarî ya NY’ê piştî kombûnê daxuyanîyeke kin belav kirin.

Di daxuyanîyê de fikar û xemên ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê û kuştinan hatin ragihandin û ji her du dewletan hat xwestin ku pevçûnên di navbera xwe de demûdest rawestînin.

Endamên civatê dîyar kirin ku ew piştgirîyê didin Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres ku ji her du dewletan xwwestibû ku xwe ragirin û vegerin ser maseya danûstandinê.

Wan endaman herwiha dan zanîn ku ew bo çareserîya kêşeya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de piştgirîyê didin Koma Mînsk.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin